Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Komployên 9ê Cotmehê, Amerîka û Rûsya

13/10/2021
in QUNCIK NIVÎS
A A
Ji Îmraliyê pêşniyarên aştiyê ji bo Sûriyê
Share on FacebookShare on Twitter

Zekî Bedran

Dewleta tirkî dijminiya Kurdan didomîne. Çawa ku tê zanîn 9ê Cotmeha 1998an li hemberî Rêber Apo komployeke navneteweyî hatibû kirin û ji Sûriyê hatibû derxistin. Pişt re ji Kenya revandibûn û radestî Tirkiyê kiribûn. Di ser komployê re 23 sal derbas bûn. Lê dijminiya dewleta tirkî ya li hemberî Kurdan kêm nebû û ranewestiya. Xelekên nû bi ser vê komployê ve bûn. 9ê Cotmeha 2019an hikumeta Erdoganê faşîst bi hevkirina bi Amerîka re Serê Kaniyê û Girê Spî dagîr kirin. Bi tevlîkirina PDK, Iraq, Amerîka û NY 9ê Cotmeha 2020an li ser Şingalê komplo nû kirin. Bi taybetî bi neqandina 9ê Cotmehê nîşan dan ku dev ji tinekirina Kurdan bernedane.

Dijminiya dewleta Tirkan ya li hemberî Kurdan gihat asteke wisa ku li Rojhilata Navaî aramî û ewlekariyê ji holê rake. Heta ne Rojhilata Navî tenê, ji bo dinyayê tevê Tirkiye bûya çavkaniya xeter û bêaramiyê. Bi komkirina bi dehhezaran çekdarên ji bermayiyên DAIŞê û El Nusra hem gefê li Sûriyê dixwe hem tevayiya dewletên erebî. Van çeteyan herwiha li di şerê li Libya û Azerbaycanê de jî bi kar tîne. Bi bikaranîna van çeteyan li Sûriyê herêmên dagîrkirî jî zêde dike. Ewropa jî di navê de terorê li dinyayê belav dike.

Gelên Sûriyê berdêlên giran dan. Êdî mirov ji şer westiyan. Niha li Sûriyê dema dema çareserî û aştiyê ye. Lê dewleta tirkî bi êrişa ser herêmên weke Efrîn û Serê Kaniyê bû sedema wêraniyên nû û koçberiyê. Niha jî dixwaze bi desteka Amerîka û Rûsya li pey êriş û dagîrkirinên nû ye. Dibêje çi dibe bil bibe divê habûn û statûya Kurdan çênebe. Ji bo wê wê şer dirêj bibe, wê wêraniyên nû çêbên ji bo wê ne der de. Li aliyê din di êrişa ser başûrê Kurdistanê de jî sînoran nas nake. Bênavber çekên kîmyayî bi kar tîne. Ji ber destek û çavgirtina Amerîka û Ewropa ti qanûnan nas nake. Niha jî destê xwe avêtiye pêsîra Amerîka, dibêje tu çawa YPGê naxî lîsteya terorê. PKK û YPG yek in. Çawa we li hemberî DAIŞê şer kir divê hên li hemberî PKK û YPGê jî şer bikin. Amerîka bi piştgirî û hevkariya terorê sûcdar dike. Ya ku wiha pêşiya dewleta tirkî vekirî Amerîka bixwe ye. Li hemberî PKKê û Kurdan bi dehê salan destek da fîşîzma tirkî. Bi neheqî berxwedana Kurdan û PKK bi terorîzmê bi nav kirin. Faşîzma tirkî jî ev bi kar anî. Niha ji ber ku Amerîka li hemberî DAIŞê li Sûriyê bi Kurdan re dixebite faşîstên Tirkan har bûne. Li gorî wan divê li dinyayê ti kes silavê nede Kurdan û hebûna wan qebûl neke. Ev dijminî wan dixe riyên derveyî aqil. Dewleta tirkî,  Amarîka ku çil sal in li hemberî PKKê destekê didiyê bi piştgiriya terorê sûcdar dike.

Amerîka her tim digot YPG û PKK ji hev cuda ne, em li hemberî terorê ne. Texmîn dikirin ku wê bi wî awayî nijadperestên Tirkan nerm bikin. Ji ber wê dewleta tirkî jî dagîrkirina Sûriyê jî di navê de her tim daxwazî jê kirin. Heman tişt li hemberî Rûsya jî kir. Di encamê de îro beşeke girîng ji erdê Sûriyê di binê dagîrkeriya tirkî de ye. Û Tirkiye li pêşiya aştiya li Sûriyê astenga herî mezin e. Eger Tirkiye ji navberê bê derxistin wê li Sûriyê çareserî hêsan bibe. Lewra Amerîka ne mayînde ye. Niyeteke wê ya dagîrkirinê nîne. Gelên bakur-rojhilatê Sûriyê, rêveberiyên xweser û Kurd yekîtiya Sûriyê û erdê wê diparêzin. Amade ne ku bi rêveberiya Şamê de li hev bikin û pirsgirêkan bi demokrasiyê çareser bikin. Ji bo wê ji Amerîka û Rûsya destekê dixwazin. Rêveberiyên xweser nahizirin ku rejimê ji holê rakin yan jî herêmên nû bixin destê xwe. Ev ji bo Sûriyê tecrûbe û dewlemendî ye.

Biden got, dewleta tirkî zererê dide têkoşîna li hemberî DAIŞê. Herwiha zererê dide sivîlan û polîtîkaya Amerîka û berjewendiyên wê û aramiyê xerab dike. Ev helwest û daxuyanî girîng in. Divê em gazî Amerîka û Rûsya bikin. Divê tevayiya rewşenbîrên dinyayê, derdorên demokrat û partî tevlî vê bibin.

Dema Tirkiye dikeve tengiyê dibêje me li Sûriyê li hemberî DAIŞê şerekî mezin kiriye û hêzên koalisyonê sûcdar dike. Rêveberiya Erdogan ka çawa bi DAIŞê re tev digeriya û bi dehhezaran milîtanên wê di ser Tirkiyê re derbasî Sûriyê dikirin, ji her kesî pirtir Amerîka û Rûsya dizanin. Niha jî DAIŞ û yên weke wê li deverên di binê dagîrkeriya Tirkiyê de di ewlekarî û aramiyê de xwe bi rêxistin dikin. Li Idlibê bi awayekî eşkere di binê parastina Tirkiyê de ne. Divê Amerîka û Rûsya li hemberî mirovayiyê û gelên xwe durist û vekirî tev bigerin. Divê dev ji veşartina sûc û belgeyên dagîrkerên faşîst berdin. Eger dixwazin li Rojhilata Navî aştî pêk were divê planên Tirkiyê bên xerabkirin û pêşiya xerabiyên wê were girtin. Komployên wê yên 9ê Cotmehê û dagîrkeriya wê enceq bi vê pêkan be.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘KNK navê yekîtiya gelê Kurd e’
ROJEV

KNK’ê salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê pîroz kir

18/07/2026
Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?
NÛÇE

Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?

18/07/2026
Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin
CîHAN

Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin

18/07/2026
Şoreşa jinan li cîhanê deng veda
JIN

Kongra Star: Parastina destkeftiyên jinan berpirsyariyeke hevpar e

18/07/2026
Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.