Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Pêşengên şoreşên sedsala 20 û 21’ê û pêşengên faşîzms heman sedsalan

13/10/2021
in QUNCIK NIVÎS
A A
AKP Tirkiyê, PDK jî Kurdistanê difiroşe!
Share on FacebookShare on Twitter

Ahmet Aktaş

Kesên ku mohra xwe li van her du sedsalên bîstî û bîst û yekê dane, eger mirov wisa destnîşan bide, dibe ku ne şaş be:

Yên pêşengî ji şoreşên sedsala bîstî re kirin; li ser şopa Marx û Engels, Lenîn, Mao, Hoşimîn, Kîm Il Sung, Castro, Che Givara, Gandî, Mandela û hwd.bûn.

Yên pêşengî ji faşîzma sedsala bîstî re kirin; Musollini, Hitler, Salazar, Franko, Kenan Evren, Seddam û hwd.bûn.

Bi kurtayî faşîzm, dikare wisa were şîrovekirin; rejîmek, bi bingehîn li ser hêzên dewletê, bi navê nijadperesetiyê û hinek jî olperestiyê, belê bi darê zorê serdestiya xwe, dîktatoriya xwe li ser gel bi rê ve birine.

Ji aliyê din ve, bîrdoziyeke kapîtalist a li dijî sosyalîzmê ye. Jixwe mirov bala xwe dide dîroka wê jî ev naverok û armanca wê diyar dibe. Dîktatoriyên faşîst, piştî salên 1920’an dest pê dike; li Îtalya, Portekiz, Almanya, Ispanya, Tirkiye û hwd. hema penc-şeş salan piştî Şoreşa Cotmeha 1917’an a Yekîtiya Sovyetê.

Şoreşa Yekîtiya Sovyetê jî, sê-çar salan piştî Cenga 1’ê ya cîhanê çêbûbû. Tê zanîn ev cenga cîhanî, li ser temahiya parvekirina welatên cîhanê di navbera dewletên kapîtalîst-emperyalîst de hatibû derxistin. Erê hinek ji wan dibe ku ji yên din kêmtir derbe xwaribin, lê hemû dewlet lawaz ketibûn.

Jixwe yek ji sedemên xurt jî ev bû ku Şoreşa Sovyetê zû mezin bû, bandora xwe li ser gelek welatan çêkir û yek li pey yekê tevgêrên şoreşgerî derketin holê û van dewletên serwerên cîhanê gelek tirsandin. Lewma mirov dikare bêje sedema sereke ya ku vana ajotin karê şidetê û faşîzmê ev tirsa ji şoreşên cîhanî bû.

Lê weke tê zanîn vê tirsa wan pir pere nekir û heta mirov dikare bêje cenga cîhanî ya 2’an, ji encamê vê tirsê derket, belê bi ser neketin, berovajî, hema hema ew rejîmên faşîst hemû ruxiyan an derbeyên giran xwarin.

Li cîhanê faşîzîm têk diçû, belê li Kurdistanê zindî dibû; faşîzma Kenan Evren, Seddam Huseyin û rejîmên Îranê û Suriyeyê jî ne ji vanan dûr bûn.

Îca em tên sedsala 21’ê û em bala xwe didên, şûna Kenan Evren, vê carê serkêşiya vê faşîzmê Receb Tayib Erdogan dikişîne. Jiber ku ewqas çavbirçiyê faşîzmê ye, jibo ku serkêşî ji dest neçe rê nade kesî. Lewma navbera wî û hempayên wî ne gelek aram e.

Ma gelo mirov nikare vêna wisa bişibîne? Çawa li ser tirsa Şoreşa Sovyetê faşîzim hate bipêşvexistin, her nuha jî li himberî tirsa ji xurtbûn û berfirehbûna bandora Şoreşa Kurdistanê, kevneperestiya cîhanê faşîzma R.Erdogan xurt dikin.

Her wiha mirov dikare wisa jî formule bike; di vê sedsala bîstûyekê de, fîlozof û pêşengê şoreşan Rêber Ocalan e, li himber jî pêşengê faşîzman R.Erdogan e.

Her çendîn li dora R.Erdogan, çete û kujerên mîna DAIŞ, El Nusra, H.T.Ş û hwd.civandibin jî, li Rojava, Idlıbê, Başûr û hwd.dîsa nikare zêde temenê desthilatiya faşîzma wî dirêj bikin.

Wisa diyar dibe ku êdî ew gotina dibêjin, “ew ê di wê xwîna ku dirijînin de bifetisin” nêz bû ye. Jiber ku gelek mînakên berbiçav hene. Li dijî gerilla çekên teknolojiya herî modern bi kartînin, lê dîsa jî nikarin berxwedana lehengî ya gerîla bişkînin. Wisa lê hatiye, êdî xiyanet ji nema zêde bikêr tê an nikarin zêde bidin xebitandin. Bi tenê di destê wan de maye çek û xaza KÎMYEWÎ.

Di encamê de weke Rêber APO jî dibêje, “hêza ti teknolojiyê ne qasî hêza îradeya însan e, hêza herî mezin îradeya însan e”! Ev îradeya gelê Kurdistanê, dikare faşîzma R.Erdogan hilweşîne!

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘KNK navê yekîtiya gelê Kurd e’
ROJEV

KNK’ê salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê pîroz kir

18/07/2026
Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?
NÛÇE

Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?

18/07/2026
Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin
CîHAN

Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin

18/07/2026
Şoreşa jinan li cîhanê deng veda
JIN

Kongra Star: Parastina destkeftiyên jinan berpirsyariyeke hevpar e

18/07/2026
Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.