Rojnameya Ronahî

Dagîrkeriya tirkî hêzên nû yên leşkerî dişîne gundewarê Idlibê

Ser 100 wesaitî re yên dewleta tirkî ya dagîrker yên bi pêdiviyên leşkerî û lojîstîkê barkirî, di dergehê Kefer Lûsîn yê sînor yê li bakurê Idlibê re derbasî herêma bêçek bûn.

 

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan ya Sûriyê (SOHR) ragihand ku karwanekî nû yê girêdayî hêzên dewleta tirkî ya dagîrker derbasî herêma bêçek bû. SOHR`ê da zanîn ku zêdetirî 100 wesaitên bi pêdiviyên leşkerî û lojîstîkê barkirî di dergehê Kefer Lûsîn yê li ser sînorê Lîwa Iskenderûn ya bakurê Idlibê re derbasî herêma bêçek bûn û ber bi nuqteyên leşkerî yên dagîrkeriya tirkî yên li gundewarên başûrê Idlibê ve bi rê ketin.

Bi vê yekê re, piştî daxuyaniyên têkildarî Idlibê yên di navbera Rûsya û Tirkiyê yên di dawiya Îlona borî de û heta niha, zêdetirî 225 wesait û kamyonên leşkerî yên bi çekên giran barkirî derbasî herêma bêçek bûne.

ANHA