Dagîrkeran li Til Temir dêrek hilweşand û êrişî dibistan, goristan û navenda kehrebeyê kirin
Artêşa tirkî ya dagîrker û çeteyên wê li gundê Til Cûma yê Asuriyan yê Til Temirê dibistanek, goristanek û navenda veguhestina kehrebeyê kirin hedef. Dêra gund hilweşiya.
Ev demek e gundê Til Cûma yê Asuriyan yê li rojavayê navenda navçeya Til Temir bi dijwarî ji aliyê artêşa tirkî ya dagîrker û çeteyên wê ve tê topbarankirin.
ANHA’yê xwe gihand gund û ziyanên ji ber topbaranê çêbûyîn, şopandin.
Di topbaranê de, dibistan, goristan û navenda veguhestina kehrebeyê rasterast bûne hedef û ziyan gihiştiye wan. Herwiha ji ber topbaranê dêra gund hilweşiyaye.
Ev dibistana 5’an e ku li gundewarê Til Temir dibe hedefa hêzên dagîrker.
Bi van êrişan dewleta tirkî sûcên şer dike. Herwiha bi êrişa ser goristanên gundê Til Şenan û Til Cûma sûcê li dijî mirovayiyê dike.
ANHA