Rojnameya Ronahî

Endamên Kongreya Star li Sêmalka li dijî kiryarên PDK`ê xwepêşandanek li dar xistin

Endamên Kongreya Star di çarçoveya çalakiya xwepêşandanê ya li dergehê Sêmalka li dijî kiryarên PDK`ê tê lidarxistin de, li pêşiya pira Sêmalka xwepêşandanek li dar xistin û banga radestkirina cenazeyên gerîlayan kirin.

 

Bi hezaran endamên Kongreya Star û endamên Desteya Aborî ji bajar û navçeyên her du kantonên herêma Cizîrê ber bi konê xwepêşandanê ve herikîn, ku Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê li qada dergehê Sêmalka li dar dixe. Xwepêşandêran kiryarên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) şermezar kirin û daxwaziya radestkirina cenazeyên gerîlayên di kemîna li Xelîfanê de şehîd bûyîn, kirin. Herwiha ji malbata şehîd Tolhildan û şehîd Serdem re sersaxî xwestin.

Endamên Kongreya Star li pêşiya pira di navbera Rojava û başûrê Kurdistanê de dike, xwepêşandanek li dar xistin.

Xwepêşandêran wêneyên şehîdan, al û sembolên kurdî hildan û sloganên ku kiryarên PDK’ê şermezar dikin, avêtin. Herwiha xwepêşandêran berê xwe dan konê çalakiyê.

Berdevka Kongreya Star a Rojava Remziyê Mihemed axivî û behsa berxwedana dîrokî ya hêzên gerîla kir. Remziyê diyar kir ku gerîla zarokên gelê Kurdistanê ne û armanca wan ew e ku rûmeta gelan û pêkhateyên herêmê, biparêzin.

Remziyê da zanîn ku konê xwepêşandanê li dergeha Sêmalka wê heta radestkirina cenazeyên şehîdên kemîna Xelîfanê, dewam bike. Herwiha bang li PDK’ê kir ku li xwe vegere û dev ji dijmantiya xwe ya li hembrî Tevgera Rizgariya Kurdistanê berde.

Remziyê di dawiya axaftina xwe de banga bilindkirina têkoşînê li hember dijiminên gel kir.

ANHA