Rojnameya Ronahî

QSD`ê derew û propagandeya reşkirinê ya dewleta tirkî eşkere kirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD`ê, ragihand ku dewleta tirkî di çarçoveya hemleya reşkirinê ya ji bo nixumandina sûcên xwe yên li bakur û rojhilatê Sûriyê, wêne û dîmenên ne rast belav dike û çawa ku şervanên QSD`ê bin nîşan dide.

Berpirsê Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Ferhad Şamî têkildarî hemleya reşkirinê ya dewleta tirkî ku wêne û dîmenên qaşo yên şervanên QSDê ne, belev dike, li ser malpera fermî ya QSD`ê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Platformên çapemeniyê-istixbaratê yên dewleta Tirkan ya dagîrker wêne û dîmenên ne rast belav dike û di çarçoveya hemleya reşkirina hêzên me de, îdia dike ku ew dîmen girêdayî QSD`ê ne. Bi wê yekê dixwaze sûcên dagîrkirina xwe yên li herêmên ewle yên bakur û rojhilatê Sûriyê re binixumîne.

Di wê çarçoveyê de, Wezareta Parastinê ya dewleta Tirkan li ser hesabê xwe yê twitterê di salvegera duduyan ya dagîrkirina Serê Kaniyê û Girê Spî de dîmenek ji bo propagandeya operasyonên xwe yên terorîstî li dijî hêzên me bi desteka Koalisyona Navneteweyî ji DAIŞ`ê rizgar kirine, belav kir. Wezaretê dîmenên topbarankirina hêzên hikumeta Şamê li dijî Helebê di sala 2016`an de belav kir û spart hêzên me. Ev yek di çarçoveya hemleyeke berfireh a reşkirinên de pêk hat.”

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Hemleya reşkirinê ya ku dewleta Tirk û çeteyên wê didin meşanidn, wê hewldanên me yên şopandina sûcdaran, rizgarkirina herêmên me yên dagirkirî û peydakirina vegereke ewle ji koçberan re asteng neke. Bi vê boneyê em bang li malper û platformên medya dijîtal û bi taybet twitter û facebookê dikin ku sînorekî ji van hemleyên reşkirinê yên dewleta Tirk re deynin û ji raya giştî re eşkere bikin.”

Ferhad Şamî bi daxuyaniyê re lînka dîmenê ku Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê belav kiriye, her wiha lînkê dîmenê esasî yê di 2016`an de hatî belavkirin, parve kir.

ANHA