Rojnameya Ronahî

Li herêmên dagîrkirî reandina sivîlan dewam dike

Çavkaniyeke herêmî ji gundewarê Kantona Girê Spî ragihand ku dagîrkeriya tirkî û çeteyên wê jineke ji bajarokê El-Elî Baceliyê revandin. Di nava kêmî mehekê de 4 jin ji heman bajarokî tên revandin.

Li gorî çavkaniyê, panzêrên dewleta Tirkan ya dagîrker tevî çeteyên girêdayî wê bi ser bajarokê El-Elî Baceliyê yê Kantona Girê Spî de girtine û jina bi navê Uwêş Ehmed El-Uwêd ya ji eşîra El-Bo Esaf revandine.

Çavkaniyê diyar kir ku Uwêş ber bi şaxê têkoşîna li dijî terorê ya li navenda Kantona Girê Spî ya dagirkirî ve birin.

Ev jina çaran e ku di 21 rojê de ji aliyê dagîrkeran ve tê revandin. Ajansa nûçeyan Hawarê di 6`ê Cotmehê de revandina 2 jinên bi navên Zelxa El-Hisên û Fatime El-Giûd, belge kiribû.

Çeteyên Cebha El-Şamiyê yên girêdayî dewleta Tirkan ya dagîrker herwiha 19’ê Îlona borî li ser benda kontrolê ya Um El-Xeratîm ya nêzî bajarokê navborî, Kewser El-Ebid ya 18 salî revandibûn.

Ajansê herwiha revandina 6 jinên ji bajarokê Hemam Tirkmen û jinek ji bajarokê Silok belge kiribû. Jinên hatîn revandin ji eşîra El-Tirkmen, El-Bo Esaf, El-Ehwes û Teyî û eşîrên din yên herêmê ne.

Li gorî çavkaniyên xwecihî yên ji gundewarê Girê Spî, çeteyên dewleta Tirkan xwediyê dikana veguhestina pereyan yê bi navê Iyade El-Metriyan yê ji bajarokê Silokê jî revandine.

Ajansê berê diyar kiribû ku li nêzî gundê Erbîd yê girêdayî Silokê girtîgehek veşartî heye, çete kesên ku direvînin dibin wir û li hemberî berdana wan fidyeyê ji malbatên wan dixwazin.

Li aliyê din çavkaniyeke ji Kantona Efrînê ya dagîrkirî ragihand ku çeteyên Ehrar El-Şerqiye, ji gundê Moseko û Hec Xelîl yên navçeya Raco du welatî revandin.

Li gorî çavkaniyê, navên kesên hatîn revandin wiha ne: Nezîr Mihemed Tobal ji gundê Hec Xelîl, Selah Osman Ekaş ji gundê Moseko.

Çavkaniyê ragihand ku çeteyan kesên revandî ber bi cihek ne diyar ve birine.

ANHA