Rojnameya Ronahî

Bi dengê xwe hem çanda xwe diparêze, hem li hemberî dijmin radiweste

Dengê wê yê zîz û xemgîn dişibe bilûrê, li ser welatê xwe Efrînê distirîne û guhdaran ber bi çiyayê Kurmênc û newalên wê ve dibe.

Mufîde Hemdî (16) hunermedeke nû digihe û xwediya dengekî bibandor e. Bixwe ji Efrîna dagîrkirî ye. Niha li kampa Berxwedan ya Kantona Şehbayê dimîne. Di nava malbateke welatparêz û bi hunerê  navdar mezin bûye. Tevî ku piçûk e bi dengê xwe yê xweş tê nasîn.

Stirana ‘çiyayê reşkê’ xala destpêkê ya ber bi cîhana stiranbêjiyê ve bû

Xala destpêkê ya ku hiştiye Mufîde Hemdî derbasî cîhana stanbêjiyê bibe stirana “Çiyayê Reşkê” bû. Ev stiran a şehîd Sîpan Efrîn e. Sîpan pismamê bavê Mufîde Hemdî ye. Sîpan di nava refên Tevgera Rizgariya Kurdistanê de bû û di 2002’yan şehîd bûbû. Mufîde Hemdî her tim li wê stranê guhdar dikir û pê bandor bûbû û bi wê re ji huner û stranê hez kir. Heta di dema xwendinê û lîstinê de ku temena wê hîna 12 derbas nedikir, ev stran digot.

Piştî malbata Mufîde behre û hezkirina wê ji stranan re dîtin, bavê wê Mihemed Hemdî ew şand navenda Şehîd Sîpan a Çand û Hunerê ya li gundê Birîmce yê girêdayî navçeya Mabata ya Efrînê. Ew rewş heta destpêkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî Efrînê, dagirkirina wê û koçberkirina malbata wê ber bi kantona Şehbayê ve dewam kir.

Mihemed Hemdî da zanîn ku koçberiyê û jiyana li kampê tu bandor li coşa Mufîde û israra wê ya temamkirina xewna xwe ku bibe hunermendek, nekir.

‛Huner rêbaza têkbirina hemû hewldanên çewisandina çandê ye’

Têkildarî vê yekê, Mufîde Hemdî wiha got: “Piştî em ji Efrînê koçber bûn, li gel ku me zanî armanca dewleta Tirk a dagirker bi rêya çewisandina çanda Kurd tunekirina kurdan e, israra min li ser pêşxistina behreya min zêde bû ku parastina nasnameya xwe bikim û bi rêya huner û stranê li hember dijmin bisekinim.”

Ji mijarên ku bi awayekî mezin bandor li Mufîde Hemdî û derûniya wê kirine, şehadeta mamosteya wê ya asta seretayî Jînda bû. Şehîd Jînda di êrişên barbarî yên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên li dijî Efrînê de şehîd bûbû. Bi wê re Mufîde Hemdî gelek malikên helbestê nivîsandin, saz kirin û bi dengê xwe stra û diyarî mamosteya xwe ya şehîd kir.

‛Bi şevên dirêj pê re bûm’

Têkildarî pêştgiriya bavê Mufîde Hemdî jê re, Mihemed Hemdî wiha got: “Ez bi xwe jî gelekî ji stranê hez dikim û pirî caran stranên hunermedn Xelîl Xemgîn, Diyar Dêrsim û koma Berxwedan distirim. Dema temenê min 16 salî bû û min zeviyê xwe cot dikir, min ew stran digotin, heta bi wê re pisporiyeke min di aliyên stran, meqam û çînin deng de çêbû. Ji lew re bûm piştevanê Mufîdeyê û bi şevên dirêj min ew li ser stran û deng perwerde kir. Lê piştî em ji bi darê zorê koçber bûn, Mufîde çû navenda çandê ya li kampa Berxwedan û ji mewalan pir hez dike, ji lew re tê de pispor e.”

‛Dengê wê dişibe bilûrê’

Dayika Mufîde Hemdî, Zozan Hebeş dengê keça xwe şiband dengê bilûrê ku pir xweş û xemgîn e û wiha got: “Her tim distira, bi taybet dema dilîst. Dengê wê xemgînî ye û dişibe dengê bilûrê. Dengê wê birînan vedike. Ez nikarim li dengê wê guhdar bikim. Ez pir pê bandor dibim ûrondikan dibarînim.”

Li aliyekî din jî Mufîde Hemdî ev tişt anî ziman: “Dema 10 salî bûm, min di refê de distira. Min girîngiya hunerê di civakê de û parastina wê nizanî. Malbata min yekemîn kesên ku ez teşwîq kirim û piştgirî da min. Ji biçûkaniyê ve min gelek stran ezber kirin. Behreya min di her dem û cihî de stran bû.”

Mufîde Hemdî wiha domand: “Dema yek bixwaze bibe hunermend ne tiştekî hêsan e. Divê mirov bizanibe ji çi re bisitre, ji kê re bistire û ji her stranekê çi dixwaze.”

Dem bi dem Mufîde Hemdî bi malbata xwe li pêş kona xwe rûdine û li ser Efrînê ji bav û dêya xwe re distire, bêrîkirin û hêviya vegera li welat bi hev re parve dikin.

Mufîde Hemdî bi van zimanan distire; zimanê Kurdî (Kurmanciya Bakur û Soranî), erebî, tirkî, ingilîzî, hindî û farisî.

Mufîde niha amadekariya destpêkirina strana bi dîmen dike anku vîdyoklîp ku gotin û awaz ên hunermendê efrînî Ferhad Elûş in. Stran li ser jiyana efriniyan di koçberiyê de, hestên bêrîkirina li axa welêt û israra berxwedanê heta rizgarkirina her bihostekê ji xaka Efrînê diaxive.

ANHA