Rojnameya Ronahî

Li Helebê pêşangeha şêwekarî hat vekirin

Yekîtiya Hunermendan li taxa Şêxmeqsûd ya bajarê Helebê pêşangeha şêwekarî bi navê şêwekar nemir Mihemed Seydo Reşo, vebû.

Di çarçoveya keda Yekîtiya Hunermendan ya Helebê de ji bo zanabûna gel li ser girîngiya hunerê, li gel piştgiriya hunermedan, yekîtiyê pêşangeha hunera şêwekarî vekir.

Pêşangeh bi navê hunermendê nemir Mihemed Seydo Reş ye û li aliyê rojhilatê taxa Şêxmeqsûdê li kêlek herêma Cebanat hat vekirin.

Bi dehan hunermendên ji bajarê Helebê bi tabloyên xwe yan jî bi hunera destan ku balê dikişînin ser mijarên bêrîkirin ji gund re, berxwedana jin û peykerên darên zeytûnan tev li pêşangehê bûn.

Herwiha bi dehan nûnerên saziyên sivîl, partiyên siyasî, gelek rexnegir û şêniyên taxê jî beşdarî pêşangehê bûn.

Têkildarî mijarê Hevseroka Yekitiya Hunermendan a Helebê Yara Hesko ji ANHA`yê re destnîşan kir ku armanca wan ji vekirina pêşangehê ew e ku hevkariyê di navbera hunermendan de zêde bikin, ew jî bi rêya cihekî wan li hev kom bikin û pêdiviyên wan dabîn bikin, ji wê zêdetir jî piştevanê çîna ciwanan û behreyên wan bikin.

Yara Hesko destnîşan kir ku pêşangeh ji bo hemû hunermendên ku dixwazin xebatên xwe ji civakê re pêşkêş bikin hat vekirin. Yara Hesko di dawiyê de hunermendê nemir Mihemed Seyd Reşo ku pêşangeh bi navê wî ye, bi bîr anî.

Tê zanîn ku hunermend Mihemed Seydo Reşo di sala 1960`î de li navçeya Şera ya kantona Efrînê ji dayik bûye. Xwendina xwe di fakulteya hunerên xweşik a Zanîngeha Şamê de di salên 1980`yî de bi dawî kir û gelek pêşangehên wî li Şam, Heleb, Beyrût, Parîs û Veînayê jî hebûn.

Ji girîngtirîn xebatên wî dayîna peykerekî li Bucharestê paytexta Romanyayê. Mihemed Seydo Reşo di sala 2005`an de û bi temenê 45 salî li Belgium koça dawî kir.

ANHA