Rojnameya Ronahî

Pirsgirêka nan ber bi çareseriyê ve diçe         

Egîd Mehmûd/Qamişlo

Li bajarê Qamişlo berî niha ji bo peydakirina nan astengî pir hebûn, lê niha rêveberiya nangehan li ser vê pirsgirêkê rawestiya û heta astekê pisgirêk hatiye çareserkirin.

Nangeha Alî ya bajarê Qamişlo niha rojane 28 hezar pakêtên nan ji bo bajêr derdixe. Li nangehê 136 karmend kar dikin. Berî niha kêmbûn û nebaşbûna nan di nava gel de bûbû mijareke sereke. Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê gavên pêwîst hatin avêtin. Di encamê de nan bi awayekî baş ji bo gel hat peydakirin û ev bû cihê keyfxweşiyê. Lê hê jî daxwazî hene ku jimara pakêtên nan zêdetir bibe da zehmetiyên peydakirina nan nemînin.

Li ser mijara pakêtên nan û başbûna wî, ji rêveberiya Nangeha Alî ya bajarê Qamişlo Hemza Dawid ev agahî dan: “Berî sê mehan dema em derbasî nangehê bûn, di asteke pir lewaz de kar dikir û nanê derdiket ne di asteke baş de bû. Ji ber wê di nava gel de dibû sedema nerazîbûnê. Hin pirsgirêkên derdiketin kar asteng dikirin. Weke kêmbûna karmendên li ser amûran kar dikin, herwiha nebûna hin pêdiviyan ji bo amûran.”

Hemza Dawid di dewama axaftina xwe de diyar kir ku bi alîkariya karmendên nangehê asta kar pêş ket û wiha got: “Di destpêka ketina nava kar de gelek astengî derketin pêşiya me, lê bi alîkariya karmendên nangehê me asta kar pêş xist û nanê me heta radeyekê baş bû. Ji ber pirsgirêkên teknîkî û nebûna parçeyên hin mekîneyan, heta niha lawaziya karê nangehê derdikeve.”

Hemza Dawid di dawiya axftina xwe de bal kşand ser tedbîrên xweparastina ji korona di nangehê de û wiha got: “Em maskan û amûrên paqijiyê bi kar tînin û rêgezên xweparastina ji korona bi awayekî birêkûpêk ji aliyê karmendên me ve tên bikaranîn. Em bi hêvî ne di dema pêş de gel ji karê me razî be.”

Karmendê nangehê Emar Xelîl jî li ser rewşa nangehê wiha axivî: “Di encama komxebata karmendên nangehê de, karekî baş hat kirin. Daxwaziya me razîbûna gel e, me kedeke mezin da û encama vê kedê zêdebûn û başbûna nan e.”

Emar Xelîl axaftina xwe wiha qedand: “Ji ber ku di jiyana rojane de nan madeyeke sereke ye, pêwîst e bi awayekî hesan ji gel re were peydakirin. Emê bi derfetên di destê xwe de bixebitin û armanca me pêkanîna daxwaziya gel e.”