Şervanên Bagera Cizîrê di nava du rojan de bi dehan gund û mezre ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin.
Şervanên QSD’ê pêveçûnên xwe yên li gundewarên Hesekê didomînin. Şervanan piştî rizgarkirina bajaroka Dişîşa yê stratejîk, di nava du rojên dawiyê de bi dehan gund û mezra li başûrê Dişîşayê rizgar kirin. Her wiha bi dehan sivîl ku çeteyan wekî mertalên zindî bi kar di anîn hatin rizgarkirin.






