Rojnameya Ronahî

Komploya 9ê Cotmehê li Qamişlo hat şermezarkirin

Serbest EHMED/Qamişlo

Komploya 9ê Cotmehê ya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li bajarê Qamişlo bi meşeke girseyê hat şermezarkirin.

Bi hezaran şêniyên Qamişlo, îro saet 10an bi slogana “Bi Ruhê Berxwedana Îmralî Emê Komploya 9ê Cotmehê û xeta xiyanetê têk bibin”, meşek li dar xistin. Di meşê de komploya 9ê Cotmehê ya navneteweyî ya li ser Rêber Apo hat şermezarkirin.

Meşê bi slogana “Bê Serok Jiyan Nabe, Bijî Berxwedana Gerîla û QSD, Bimire Xiyanet”, ji kolana Mûnîr Hebîb ber bi navnenda Neteweyên Yekbûyî (NY) ve dest pê kir.

Li pêşiya NY piştî deqeyeke rêzgirtina li ser giyanê şehîdan Hevserokê Tevgera Civaka Demokartîk (TEV-DEM) Xerîb Hiso axivî û komplo şermezar kir.

Hiso detpêkê berxwedana li Îmralî û berxedana gerîla ya li dijî êrişên qirkirinê yên dewleta tirkî ya dagîrker silav û pîroz kirin.

Hiso diyar kir ku digel derbasbûna 23 salan bi ser komploya navneteweyî re ya li dijî Rêber Apo, hem têkoşîna li Îmralî, hem ya gelên bindest ya ji bo azadiyê didomin. Siyaseta komplogeran jî li Rojhilata Navî bûye sedema dewamkirina alozî û krîzan.

Hiso teqez kir ku bê Rêber Apo pirsgirêkên Rojhilata Navî çareser nabin. Herwiha bêdengiya alî û hêzên navneteweyî şermezar kir û bang li civata navnetweyî ya xwedîwijdan kir ku bêdeng nemînin.

Meş, bi slogana “Dem Dema Azadiyê Ye, Bê Serok Jiyan Nabe, Emê li ser piyan bimînin heta azadiya rêberê xwe bi dest bixin û bimire Xiyanet”, qediya.