Rojnameya Ronahî

Li bajarokê Girbawî û gundewarê wê mazot tê belavkirin

Navenda Nûçeyan/Qamişlo

Bi rasthatina demsala zivistanê re di çarçoveya alîkariya bi welatiyan re, Komîteya Sotemeniyê ya bajarokê Girbawî û gundewrê wê, ji meha Tebaxa borî ve dest bi belavkirina mazotê kiriye û heta niha 2 milyon û 112 hezar litra belav kirine. Lê hê jî xebata belavkirinê didome.

Têkildarî mijarê ji Komîteya Sotemeniyê ya bajarê Girbawî û gundewarê wê Faîq Xelîl ev agahî dan: “Xebata belavkirina mazotê li welatiyan li gorî kartên taybet yên Rêveberiya Sotemeniyê û bi riya komîn û komîteyên pispor dewam dike û jimara kartan gihiştiye derdora 4,800î.

Belavkirin ji 15 Tebaxê ve dest pê kiriye. Bi hevkariya stasyonên sotemeniyê, mekanîzmayek ji bo xebata kertan hatiye danîn da barê welatiyan sivik bibe û bi hêsanî sotemeniya malê bi dest bixin.”

Rêveberiya sotemeniyê ji bo her malbatê 440 litre diyar kiriye. Mazot bi riya sahrican diçe ber deriyê malan û bihayê litreyê 75 lîreyên Sûrî ye. Herwiha ji bo malbatên penaber û koçber jî li derdora hezar kartî tê amadekirin û wê bi heman rêbazê bên belavkirin.

Faîq di dawiya axaftina xwe de got, divê mazot di dema xwe de bê belavkirin da rê li zexta mûhtemel ya zivistanê derkeve bigirin.