Rojnameya Ronahî

Komîteya Amdekar ya Kongreya Hêz û Kesayetên Demokratîk Bi Wezareta Derve ya Swêdê re civiya

Berpirsê dosyaya Sûriyê yê di Wezareta Karên Derve ya Swedê de Bear Uranus li paytexta wê Stockholmê bi şandeya Komîteya Amadekar ya “Kongreya Hêz Û Kesayetên Demokratîk” re civiya.

Li gorî Nivîsgeha Çapemeniyê ya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD), şandeya Komîteya Amadekar ya ”Kongreya Hêz ê Kesayetên Demokratîk” ji koordînatorê komîteyê Husam Mîro, sekretera komîteyê Mecdolîn Hesen, endamê komîteyê Elî Rehmûn û endamê Desteya Berfireh ya Komîteyê Cad El-Kerîm Cibaî pêk tê.

Şandeya komîteya amadekar nêrînên komîteyê û girîngiya çareserkirina aloziya Sûriyê bi rêya diyalogan ji Wezareta Karên Derve ya Swed re ragihand. Herwiha rola Swedê di piştgiriya vê kongreyê û serkeftina wê de erênî nirxand.

Li gorî ragihandina MSD’ê, hevdîtina di navenda Wezareta Karên Derve ya Swed de erênî û avaker bû û hikumeta Swedê piştgiriya xwe ji vê yekê re nîşan da.

Komîteya Amadekar ya Kongreya Hêz Û Kesayetên Demokratîk piştî 6 komxebatan li Brukselê hat avakirin. Ev komxebat ji aliyê MSD’ê ve li gelek welatên Ewropayê hatin lidarxistin û gelek sazî, hêz û kesayetên serbixwe yên sûrî beşdar bûn. Komîteyê heta niha reşnivîsa belgeyan a taybet bi kongreyê amade kir û bi gelek hêz û kesayetan re têkilî danî.

MSD’ê di 2018-2019 û 2020’an de 3 komxebatên diyalogê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dar xisitin. Geke sazî û kesayetên niştimanî ji herêmn cuda yên Sûriyê beşdarî bûn. Her wiha di çarçoveya rêveçûna diyaloga sûrî-sûrî de ya 6 civînên xebata diyalogê li Ewropa li dar xistin.

Çavkanî: Nivîsgeha Ragihandinê ya MSD.