Rojnameya Ronahî

Şêniyên Qamişlo şehîd Nayif El-Hisên spartin axê

Bi sedan şêniyên Qamişlo cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundir şehîd Nayif El-Hisên li goristana Şehîd Delîl Saroxan spartin axê. Di merasimê de nasnameya gerîlaya şehîd Nesrîn Temir (Tolhildan Raman) hat eşkerekirin.

Endamê Hêzên Ewlekariya Hundir şehîd Nayif El-Hisên di 6’ê Cotmehê de dema erka xwe bi cih dianî li Qamişloyê gihîşt asta şehadetê.

Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, dûv re li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan Ebdulezîz Mihemed axivî û wiha got: “Bi saya şehîdan gel azadiya xwe bi dest dixe.  Şehdî pêşengên me ne.”

Pişt re Evîn Temir, xwişka gerîla Nesrîn Temir (Tolhildan Raman) ku di kemîneke PDK’ê de li Behdînanê ya başûrê Kurdistanê şehîd bûbû axivî. Evîn Temir da zanîn ku dema hêzên hegemonîk Rêber Ocalan di komploya 1999’an de dîl girtin, xwişka wê Tolhildan rêya azadiyê hilbijart û tev li Tevgera Azadiya Kurdistanê bû.

Evîn Temir wiha got: “Em bi şehadeta xwişka xwe serbilind in. Ew ne şehîda yekemîn a malbatê ye û ne jî ya dawiyê ye. Em ê rêça wan heta serkeftina armancên wan bişopînin.”

Di dawiyê de Meclisa Malbatên Şehîdan wesîqeyên her du şehîdan xwendin û radestî malbatên wan kirin û cenzayê şehîd Nayif El-Hisên li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan spart axê.

ANHA