Rojnameya Ronahî

SOHR: 130 çeteyên ji Sûriyê wê ber bi Libya ve werin şandin

SOHR, ragihand ku berî çend rojan dewleta Tirkan nêzî 130 çeteyên ji herêmên dagîrkirî ber bi Tirkiyê ve şandine da ku wan ber bi Libya ve bişînin. Herwiha got, 140 çete tên amadekirin da ku wan ji Libya vegerînin Sûriyê.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku dewleta Tirkan nêzî 130 çeteyên ji Sûriyê yên li Efrîn û herêmên bakurê-rojavayê Sûriyê şandine Tirkiyê da ku wan ber bi Libya ve bişînin.

Herwiha istixbarata dewleta Tirkam ji serçeteyên xwe xwest ku amade bin ku eger were xwestin beşeke nû ji wan ber bi Libya ve bişînin.

Li aliyekî din amadekarî tê kirin ku 140 çeteyên ji Sûriyê yên li Libya vegerînin Tirkiyê da ku di nava çend saetan de wan vegerînin Sûriyê. Ev yek piştî du rojan ku 300 çeteyên sûrî ji Libya vegeriyan Sûriyê, hat kirin.

ANHA