Hediya HISÊN- Qamişlo
Îro seat 4an, li mezarê şehîd Delîl Saroxan şêneyên bajarê Qamişlo, endamên saziyên sivîlan yên girêdayî Rêvberiya Xwser merasimeke girsayî ji bo şehîd Tolhildan Raman li dar xistin.
Di merasimê de endamê saziya Melbatên Şehîdan Mihêdîn anî ziman ku şehîd rûmeta me ne û got, Di şexsê şehîd Tolhildan şehîda azadiyê em bejna xwe ditewînin. Îro li herêmên parastina medya gerîla bi qehremanî şer dikin. Berxwedana li çiyayê azad em pîroz dikin û li dijî dijminê gelê Kurd heta dawiyê emê têkoşîn bikin.
Xwîşka şehîd Tolhilda Evîn Temir diyar kir ku şehîd Tolhilda xewna xwe pêk anî û da dû şopa hevalên xwe yên şehîd û wiha axivî”:Şehadeta Tolhildan li rêber Apo û gelê Kurd pîroz be. Bi şehdeta xwîşka xwe em serbilindin û heta dawiyê emê li dû şopa şehîdên azadiyê bin.
Nasnameya şehîd wiha ye
Navê Tevgerê: Tolhildan Raman
Nav û Paşnav: Nesrîn Temir
Navê Dê: Eyşê
Navê Bav: Mihehemed Şerîf
Cih û Dîroka Ji dayîbûn: Tirbespiyê 1982
Dîroka Tevlîbûn: Qendîl 1999
Cih û Dîroka Şehadetê: Xelîfan 8-2021
Merasim bi tilîlêlên dayîkên şehîdan qediya