Rojnameya Ronahî

Nexweşên penceşêrê bêçare ne

Egîd Mehmûd-Qamişlo

Li bakur û rojhilatê Sûriyê, ji ber nebûna nexweşxaneyeke taybet, nexweşên penceşêrê zehmetiyê dikêşînin. Ji bo dermankirinê nexweş neçar dimînin biçin Şamê û ji bo wan ev pirsgirêk e.

Nexweşiya penceşêrê sedsala 18’an, ji hêla bijîşkên Brîtanî ve hat dîtin. Penceşêr ji komek nexweşiyan pêk tê ku şaneyên wan bi awayekî ne normal tên dabeşkirin. Şaneyên vê nexweşiyê dikarin derbasî nava tevnan bibin nû wan têk bibin. Herwiha dikarin li tevayiya beşên bedenê belav bibin. Ev nexweşî li seranserê cîhanê dibe sedema mirina bi hezaran mirovan. Rêxistina Tenduristiya Cîhanî sala 2018’an ragihandibû ku jimara nexweşên nû yên penceşêrê gihîştiye 18 milyonan. Yek ji deverên ku penceşêr lê belav dibe bakur û rojhilatê Sûriyê ye. Ji ber kêmbûna derfet û nebûna dermanan, jimara nexweşên jiyana xwe ji dest didin bilind bûye. Ji bo naskirina astengî û zehmetiyên ku nexweşên penceşêrê dibînin, em li bajarê Qamişlo li gel zarokê 14 salî Şeyda Ismaîl ku ser salekê re ye nexweşiya penceşêrê lê peyda bûye, axivîn. Şeyda Ismaîl diyar kir ku sala 2020’an bi nexweşiya penceşêrê ketiye û wiha axivî: “Ez şagirtê refa 9’an im. Di Sibata sala derbasbûyî de nexweşiya penceşêrê li min peyda bû. Ji ber nebûna derman li bakur û rojhilatê Sûriyê, em neçar man biçin Şamê.”

Şeyda da xuyakirin ku ji ber mijara zimên, cih û pirsgirêkên çûnhatinê li Şamê gelek astengî kişandine û axaftina xwe wiha domand: “Me nava Şamê nas nedikir û ev dibû prsgirêk. Herwiha çûnhatin bi riyên bejayî xeter e. Ji ber wê em bi balafirê diçûn. Lê pirsgirêkên wê yên aborî hene, lewra balafir biha ye.”

Şeyda Ismaîl di dawiya axaftina xwe de ji Rêveberiya Xewser xwest ku ji bo nexweşên penceşêrê derman û cih werin peydakirin û axaftina xwe wiha qedand: “Ji ber zêdebûna jimara zarokên bi vê nexweşiyê ketîn, em ji Rêveberiya Xweser daxwaziyê dikin ku ji bo vê nexweşiyê, li bakur û rojhilatê Sûriyê nexweşxaneyek were vekirin.”

Bijîşk Danîş Mehmûd Hac Birahîm li ser nexweşiya penceşêrê li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê ev nirxandin ki: “Di van demên dawiyê de, nexweşiya penceşêrê li bajarên me, bi taybetî li Herêma Cizîrê pir bûye. Sedemên pirbûna nexweşiyê, bandora ekolojiyê li ser derdorê û bandora wîrasî ne. Nexweşî, bi giranî ji ber kargehên betrolê û sotemeniya erebe û jeneretoran ji ekolojiya derdorê bibandor dibe. Di nava demê de ev rewş bandorê li laşê mirovan dike.”

Danîş got, ji bo girtina dermanên kîmyayî divê nexweşên penceşêrê biçin Şamê û wiha axivî: “Li bajarê Qamişlo derman peyda dibe û tedawiya kîmyayî jî tê kirin, lê nirxê wan biha ye, her kes nikare bi dest bixe. Li bakur û rojhilatê Sûriyê amûrên teşxîsê jî yên weke tebeqî mihwerî, îko û amûrên vedîtina bilez, mîna penceşêra pêsîrê ya jinan ku bi mamograf û îko tê vedîtin, hene. Pêwîst e nexweş her şeş mehan xwe bidin venêrînkirin.”

Bijîşk Danîş Birahîm di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ji sedî 90, amûrên teşxîs û keşfê peyda dibin û bêberamberi n û wiha got: “Wê Rêveberiya Xweser ji bo nexweşiya girêk û penceşêrê ji nexweşxaneya Dil û Çav beşekê veqetîne. Em bi hêvî ne ku ev proje dewam bike û di demeke nêz de pêk were.