Rojnameya Ronahî

Qedandina dagîrkeriya Tirkan ne zor e

Zekî Bedran

Ji bo hevdîtina bi Pûtîn re Erdogan 29ê meh çû Soçî. Berî hingê ji bo tevlîbûna civîna NY çûbû Amerîka. Ji ber ku li wir nikarî bi J. Biden re hevdîtinê bike pir şkestibû. Û ji wir berê xwe da Pûtîn. Erdogan heta dawaiyê ji rêveberiya Trump û Pûtîn sûd girt. Ev rewş ji bo armanca dagîrkeriya xwe bi kara anî. Lê piştî çûna Trump çawa ku li navê bimîne. Bi xwespartina Pûtîn tenê nikare dagîrkeriya li Sûriyê û dijminiya gelan bidomîne. Ne hevalbendekî Rûsya yê stratejîk e. Ji NATO jî veneqediyaye. Bi xwespartina Amerîka tenê jî nikare li Sûriyê wiha hespê xwe bibezîne. Erdogan ev nakokî bi niyeta xirab bi kar anî.

Erdogan, bi qasî ku bêje bila Amerîka ji Iraq û Sûriyê derkeve bibertek e. Sedema wê jî Kurd in, dijminiya Kurdan e. Ji ber ku Amerîka alîkariya dide YPG û QSDê û wan naxe lîsteya terorê bihêrs e. Lê ku Amerîka ji Sûriyê derkeve ew jî nikare li Sûriyê bimîne. Vê baş dizane. Ku Amerîka derkeve wê bi çi egerê Tirkiye li Sûriyê bimîne? Ti rewabûna wê nîne. Ji sedî sed di rewşa dagîrkeran de ye. Eger niha li Sûriyê dagîrkeriyê didomîne bi giranî bi destek û erêniya Amerîka dimîne. Eger Trump rê nedabûyayê wê Tirkiyê nikaribûya Girê Spî û Serê Kaniyê dagîrk bike. Eşkere ye ku li Idlibê Amerîka û NATO destekê dide hebûna Tirkan. Tirkiye bi hêza xwe tenê nikare li Idlibê bimîne. Her kes dizane ku li pişt bazara bi Pûtîn re Amerîka û NATO hene.

Me her tim got, li pêşiya aştiya Sûriyê astenga herî mezin Tirkiye ye. Derdekî Erdoganê faşîst yê gelê Sûriyê nîne. Ji bo wî her tişt berjewendiyên Tirkiyê ne. Ku ne wisa bûya ma wê Efrîn û herêmên din dagîr bikiran? Qaşo ji bo ku li Idlibê koçberî çênebe şer naxwaze. Lê bixwe êrişî deverên herî ewle kir û bi sedhezaran mirov ji warên wan derxistin. Lê ne derxistin tenê, mal û milên wan jî talan dike, qirkirina neteweyî dike û sûcê mirovayiyê dike.

Ku Amerîka li Sûriyê dimîne heyfa xwe tîne, dibêje ez nikarim çawa bixwazim Kurdan tine bikim. Derbarê Kurdan de ji bo ber ku fikrê wan û Şamê yek e Amerîka û Rûsya asteng dibîne. Lihevkirina bi Rûsya re hêsantir e. Dixwazin rejimê li ser piyan bigirin û jixwe nakokiyên wan bi Amerîka re hene. Dihizirin ku wê Kurdan biperçiqînin û destkeftiyên wan tevan ji holê rakin.

Erdoganê faşîst li Tirkiyê jî hêzê winda dike. Di rewşeke normal de hilbijartin çêbe şansê wî yê serkeftinê nîne. Ji bo wê başroj û desthilatiya xwe bi şer ve girê dane. Ji bo wê di nava sînorên Tirkiyê de bêpakî êrişî Kurdan dike. Başûrê Kurdistanê jî kiriye qada şer. Şev û roj çiyayên wê bombebaran dike. Bi dehhezaran leşkerên xwe li herêmên dagîrkirî digire. Van êrişên xwe bi piştgiriya Amerîka û NATO didomîne. Bi desteka ji derve digire jî herêmên Rojava û yên Sûriyê yên din jî dagîr dike û siyaseteke êrişkar dimeşîne.

Erdogan xwe weke keleha Ixwaniyan dibîne û dixwaze wisa li ser piyan bimîne. Li Sûriyê bermayiyên DAIŞê û El Nusra jî di navê de bi dehhezaran hêzên çekdar li dora xwe kom kirine û berê wan dide meydana şer. Eger ne ji van van hêzên piyon be nikare bi leşkerên xwe li Sûriyê wiha belav bibe û bimîne. Van hêzan ji Libya heta Azerbeycanê bi kar tîne. Li Rojhilata Navî niha Ixwanî bi saya Erdogan nînê distînin. Lê dema bikaranîna wan tijî bû. Neçar e bi Rûsya û rejimên erebî re têkiliyên xwe rast bike. Qada Erdogan ya tevgerê teng dibe. Ji bo wê, wê dev ji Ixwaniyan jî berde, ya rast wê wan jî bifiroşe.

Ya herî baş bi lîstin Tirkiyê yên li Sûriyê dizane Rûsya ye. Rûsya li gorî berjewendiyên xwe tikiliya bi Tirkiyê re datîne. Vê siyatê wisa kir ku Tirkiye li Sûriyê bû hêz. Niha zorê dide Rûsya jî. Rûsya baş dizane ku Erdogan çawa berê xwe da Amerîka. Aboriya Tirkiyê parçeyek ji dinyaya kapîtalîst e. Çekên wê tev ji NATO ne. Bi kirîna çend S-400an Tirkiye ji NATO û Amerîka nayê dûrxistin. Ji bo dagîrkirina Sûriyê Tirkiyê ev pere bi awayekî bertîl dan Rûsya.

Rejima Sûriyê hişmendiya xwe ya kevin neguherîne. Li şûna ku bi Kurdan û hêzên bakur û rojhilatê Sûriyê re li hev bike û bibin yek, wê wan bi cudaxwaziyê û bi xwespartina hêzên

Derve sûcdar dike û wan dike hedef. Eger Kurd cudaxwaz bûna wê bi Tirkan û dijberên rejimê re bibûna yek. Ji ber ku Kurd li gorî xwesteka Tirkan tev negeriyan êriş li wan hat kirin û dijminên wan çêbûn. Eger Kurd bi dijberên rejimê re bibûna yek wê niha yên li Şamê rûdinin cuda bûne. Sirf ji bo şerê li hemberî DAIŞê Kurd bi Amerîka û koalisyonê re tev geriyan. Kurdan ti carî dijberiya Rûsya, Îran û rejimê nakir. Ji ber ku reformên demokratîk nekirin, dûrî rejimê sekinîn. Bi dijberên rejimê yên bi dewleta tirkî ya faşîst re hereket dikin re nebûn hevalbend.

Eger rêveberiya Şamê bi herêmên xweser re li hev bike û di çarçoveya xalên demokratîk de bibe yek, wê pêşiya Sûriyê vebe. Çeteyên biçek yên li dora Tirkiyê kom bûyîn jî rewabûna wan namîne û wê li wê navê bimînin. Ev jî tê wateya qedandina dagîrkerî û destwerdana derve. Sûriye enceq bi vî awayî bikare xwe komî ser hev bike. Li navendên weke Kremlîn û Washingtonê bi bazarên veşartî Sûriye rizgar nabe.