Rojnameya Ronahî

Çîroka dêrekê ku li Bakur hat hilweşandin û li Rojava jinûve hat avakirin

Dêra Mar Dîmît û Mar Şalîto li nakurê Kurdistanê ji aliyê Osmaniyan ve hat hilweşandin û li dijî Suryan û Ermenan komkujî pêk anîn. Yên rizgar bûyîn berê xwe dan Rojava, lê bicih bûn û jinûva dêra Osmaniyan hilweşandî ava kirin.

Li gorî çavkaniyên dîrokî yên ortodoksên suryanî, beriya Şerê Cîhanê yê Yekê li herêma Tor Abidîn ya bakurê Kurdistanê nêzî 500 suryanî hebûn. Di payîza 1915`an de Osmaniyan êrişî gundên Tor Abidîn ê bakur rojhilatê bajarê Mêrdînê kirin û komkujî li djiî niştecihên wan pêk anîn û ew koçber kirin.

Osmaniyan gundewarên herêmê şewitandin. Dêrên wê veguherîn cihê xwedîkirina ajalan û gelek jê hilweşandin. Ji ber van sûcan Suryanên neçar man ku berê xwe bidin herêmên Rojava (Bakur û Rojhilatê Sûriyê).

Li gorî daneyan, niha ji 500 hezarî, nêzî 3 hezar suryanî li herêma Tor Abidîn mane

DÊRA MAR DÎMÎT Û MAR ŞALÎTO ŞAHÎDÊN SÛCAN IN

Dema mirov li ser rêya di navbera gundên suryanî yên bakur rojavayê navçeya Tirbespiyê re ku nêzî sînorê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de ye derbas dibe, xaça dêra Mar Dîmît û Mar Şalîto ya li gundê Xiwêtla jêrîn û li derdora wê malên gundiyan diyar dibin.

Gund 10 km bakur rojavayî navçeya Tirbespiyê ya girêdayî kantona Qamişlo ye. Suryan têde dijîn û li derdora wê gundên Suryan û hin jî yên Kurdan hene.

Di destpêka komkujiyên Osmaniyan li dijî Suryan û Ermenan bi hezeran malbatên suryanî ji Bakur berê xwe dan Rojava û gund û dêrên xwe jinûve ava kir.

Niştecihên gundê Xiwêtlê ya suryanan got ew ji gundê Erbo yê li herêma Tor Abidîn a Bakurê Kurdistanê ne. Dapîrên wan beriya zêdetirî 100 salî li gund bi cih bûn û dêra bi navê Mar Dîmît û Mar Şalîto ava kirin. Li gorî şêniyên gund, ji ber ku li gundê Erbo dêra Mar Dîmît û Mar Şalîto ji aliyê Osmaniyan ve hate hilweşandin, wan ev dêr li Rojava çêkirine.

Destpêkê avakirina dêrê ji heriyê bû û li gorî rêbaza avakirinê ya kevin bû. Li derdora wê dar hebûn, li kêleka wê jî goristana gund bû. Di sala 1966`an de dêr bi çîmento û keviran hate sererastkirin û jinûve hate avakirin.

Mar Dîmît û Mar Şalîto ji oldarên xiristiyan ne. Mar Dîmît navekî suryanî ye û wateya wê bextereşî ye û di 24`ê Îlona 480 piştî zayînê jiyana xwe ji dest da. Mar Şalîto jî li gorî ola xiristiyanî ku ew şehîdekî pîroz e. Dêra wî di perestgeha Romanî ya kevnar de hebû.

CIHÊ KU HEMÛ PÊKHATEYAN BERÊ XWE DIDA YÊ

Hiznî Somê ji şêniyên gundê Xiwêtla yê jêrîn e û di dêrê de dixebitê destnîşan kir ku şêniyên gund ji bo jinûve sererastkirina dêrê û parastina wê, xelkê gund hemûyan bi hev re alîkarî dan û di dirêjahiya salan de ev dêr bûbû meqsedê pêkhateyên herêmê.

Derbarê sedema binavkirinê dêrê de, Hizî Somê piştrast  kir ku ji ber kiryarên Osmaniyan li dijî Suryanan û koçberkirina wan a bi darê zorê, kevir ji dêra Mar Dîmit û Mar Şalîto ji gundê Arbo ya li herêma Tor Abidîn anîn û dêra xwe li gundê Xiwêtla jêrîn ava kirin.

‘ARMANCA OSMAIYAN QIRIRINA ÇANDA SUYANA YE’

Hiznî Somê destnîşan kir ku armanca Osmaniyan bi rêya sûcên ku dikirin ji kuştin û hilweşandina gund û dêran ku çanda Suryanan qir bikin.

Hiznî Somê wiha domand: “Li bakur gundê me hatin hilweşandin û dapîrênê me berê xwe dan Tirbesiyê û lê bicih bûn.”

Li dêra gundê Xiwêtla jêrîn hemû rêûresmên suryanan têne lidarxistin .

ÊRIŞÊN DAGIRKERAN LI SER DÊRAN NEHATIN RAWESTANDIN

Ji destpêka ku pêkhateyên herêmê projeya Rêveberiya Xweser ava kirine, herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rastî êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê ku dixwazin projeyê têk bibin û destkeftiyên pêkhateyên wê binpê bikin, tên.

Bi destpêkirina êrişên dewleta Tirk li ser herêma Serêkaniyê di sala 2019`an de gundewarên sînor ên navçeya Tirbespiyê ji aliyê dagirkeriya Tirk ve hatin topbarankirin.

Di 11`ê Cotmeha 2019`an de dêra Meryem a li gundê Til Cîhan a rojavayê gundê Xiwêtla jêrîn 4 km ji aliyê leşkerên dewleta Tirk ve hate topbarankirin û hinek beşên dêrê xerba bûn.

ANHA