Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Xelîfan….. Sozên Barzanî bûn toz

06/10/2021
in QUNCIK NIVÎS
A A
Waaaa ENKS, bihabûn û NY çi ji hev re dibêjin!
Share on FacebookShare on Twitter

Dilya CIZÎRÎ

Di roja 29’ê Tîrmehê de agahiya Fermndariya HPG’ê ji komeke gêrîlayan ku ji 7 kesan pêk dihat, qut bû. Li gorî agahiyên herêmî ku di wê demê de derketin, koma ku dixwest Çemê Zapê derbas bike, rastî êrişa çekdarî hatiye.

Navenda Ragîhandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî mijarê daxuyanî da û eşkere kir ku yek ji 7 gêrîlayan bi navê Heqî bi saxî ji êrişa çekdarên PDK’ê rizgar bûye û gihatiye hevalên xwe.

HPG’ê herwiha da zanîn ku 5 gêrîla ji koma 7 kesî di êrişa çekdarên PDK’ê de şehîd  bûne, agahî ji yekî nîne, lê guman hene bi birîndarî ketibe destê çekdarên PDK’ê.

Ne tenê ew koma gêrîla, beriya wê jî bi çend rojan koma gêrîla ku ji 3 kesan pêk dihat, li heman herêmê ketibû kemîna çekdarên PDK’ê. Tevî hemû hewldanên malbatan û raya giştî ya kurdî, PDK derbarê mijarê de hê bê deng e.

Bûyerên bi vî rengî û kuştina zarokên Kurdan bi destê hin Kurdên din çiqas zor û zehmet e. Bêguman ev her Kurdê xwedîwijdan diêşîne. Jixwe HPG’ê jî di dawiya daxuyaniya xwe de nirxandina mijarê ji her Kurdê xwedîwijdan re hiştibû.

Piştî rêzkirina bûyera Xelîfanê û nêzîkatiyên PDK’ê pêwîstî heye ku em hin tiştan bîr bixin. Nizanim rayedar û çekdarên PDK’ê dizanin ku ew gêrîlayên hatîn şehîdxistin, sala 2014’an ji bo parastina wan li Kerkûk, Şingal, Mexmûr û gelek bajarok û gundên başûrê Kurdistanê li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer kirin û rûmeta başûrê Kurdistanê û rayedarên PDK’ê parastin?

Gelo ew dizanin ew in yên li Şingalê civaka me ya Êzîdî ji komkujiyan parastin û bi hezaran jinên Êzîdî rizgar kirin? Gelo dizanin ew in yên Mesûd Barzanî li Mexmûrê neçar ma serdana wan bike û ji bo spasiya xwe ji wan re pêşkêş bike, li hizûra wan rûnişt?

Ji her kesî zêdetir divê rayedarên PDK’ê û her endamê PDK’ê bersiva van pirsan bide. Lê mixabin û sed mixabin, diyar dibe ku PDK ji bo têkçûna Artêşa Tirkan ya dagîrker ku ji 5 mehan ve êrişî qadên gêrîla dikin û nikarin pêş ve herin, veşêre vê dike. Îcar ne tenê wê dikin, li Şingalê jî bi hinceta hilbijartinan dixwazin îradeya gelê Şingalê û Rêveberiya Xweser ya Şingalê têk bibin.

Her çendî di vir de em behsa mijara Şingalê dikin, lê her du bûyer di çarçoveya xulamtiya PDK’ê ji dewleta Tirkan re hatine kirin. Jixwe hê me behsa sozên serokê PDK’ê Mesûd Barzanî ya dayî KNK’ê, hunermend û Insyatîfên cuda ku serdana wî kirin, da ku şerê navxweyî di nava Kurdan de dernekeve.

Wî soz da ku wê ti carî rê nede xwîna Kurdan bi destê Kurdan were rijjandin, lê niha bixwe êrişî komên gêrîlayên ku rûmeta tevayiya Kurdistanê diparêzin dike û wan bi hêsanî dikuje. Ne tenê wisa bi hemû hêza xwe pîlanan li ser Şingalê dimeşînine.

Ezê di dawiyê de jî daxuyaniya HPG’ê ya hiştina mijarê ji wijdanê kurdewariyê re bîr bixim û bibêjm dem hatiye ku gelê Kurd li dijî hemû siyasetên dijber rabe û serkeftina Şingaliyan ya ku nehiştin çekdarên PDK’ê bikevin Şingalê dubara bikin. Îcar pêwîst e gelê me ji rayedarên PDK’ê re bêjie, Kurd dema sozê didin lazim e li gorî sozên xwe bin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘KNK navê yekîtiya gelê Kurd e’
ROJEV

KNK’ê salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê pîroz kir

18/07/2026
Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?
NÛÇE

Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?

18/07/2026
Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin
CîHAN

Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin

18/07/2026
Şoreşa jinan li cîhanê deng veda
JIN

Kongra Star: Parastina destkeftiyên jinan berpirsyariyeke hevpar e

18/07/2026
Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.