Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ji Bêrîvan heta Nûjiyan û Nazêyan pêşengiya berxwedana Şingalê

06/10/2021
in QUNCIK NIVÎS
A A
Rûsya bi Tirkan re li pey lîstikên nû ye
Share on FacebookShare on Twitter

Zehra TUNÇ

Ji Bêrîvan Şingal ya li ser rêgeza welatparêziyê ji zarokatiyê ve hatî gihandin û navê xwe ji destana Bêrîvana Cizîra Botanê girtî heta Nazê Naîf Qawal û Nûjiyan Erhan, jinan li Şingalê kokên berxwedanê qayîm kirine û li ser wê peymana domandinê dane. Her ku PDK’ê êrîş kiriye rastî berxwedana bi pêşengiya jinan hatiye. Ji bo wê jî jin hedef girtine û xwestine bi kuştina jinên pêşengên civaka Şingalê çavtirsandî bikin. Her gava bi ser Şingalê de çûne hesabê wan li hev nehatiye û li berxwedanê qelibîne.

Di 3yê Adara 2017’an de dema êriş kirin, li berxwedana bi pêşengiya jinan qelibîn. Dîtin jinên Şingalê xwe bi rêxistin kirine û bi komî li pêşiya êrişan disekinin. Ji bo jinan ji pêşiya xwe rakin gelek caran jinên pêşengiyê dikin hedef girtin. Bi wê hişmendiyê rojnamevan Nûjiyan Erhan ya di dema fermanê de ji çiyayên Kurdistanê berê xwe dayî Şingalê û bi keda dayî cihê xwe di dilê tevayiya jinên Şingalê de girtî hedef girtin. Ji ber guleya bi Nûjiyan ketî xwîn ji dilê tevayiya jinên Şingalê yên kezebsotî rijandin vê carê hê zêdetir bi kerbeke mezin ser wan de çûn û peymana xwe dubare kirin ku wê careke din Şingalê bi destê wan ve bernedin.

Hema li pey wê bûyerê bi hefteyekê 14’ê Adara 2017’an careke din êriş kirin û careke din li berxwedana bi sond û peyman ya jinan qelibîn. Wan bi ser koma jinan de gule barandin û xwestin wan ji pêşiya xwe rakin. Nebû; dîtin vîna jinan ji çekên wan mezintir e û bêtirs ji cihê xwe nalivin. Vê carê jî keça ciwan ya Êzidîxanê û Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ‘ê Nazê Naîf Qawal hedef girtin. Bi ketina Nazê re jin hê zêdetir bi hêrs ser wan de çûn û berê çekên wan ji ser Xanesorê dan alî.

Şingaliyan li hemberî peymana 9’ê Cotmeha 2020’an di navbera PDK,Tirkiye û hikumeta Iraqê de hatî mohirkirin bi çalakiya “Em hemû asayiş in” peyama parastina ax û rûmeta xwe dan. Wan jinên bêtirs pêşengî ji vê çalakiyê re jî kir û peyama xwe zelal dan ku ji bo parastina ax û rûmeta xwe wê ewlehiya xwe bi destê kesî ve bernedin.

Bi hatina Ctmehê re careke din planên ser Şingalê ketin rojevê û Rêveberiya Xweser ya Şingalê bi daxuyaniyekê ragihand ku di demên dawî de hin agahî ketine ber destê wan ku wê PDK bi hêzeke çekdarî hewl bide bikeve Şingalê. Piştî ku berêvarê daxuyanî hat dayîn roja din serê sibê welatiyên Şingalê daketin ser cadeyan û riyên ji başûrê Kurdistanê ber bi Şingalê ve tên tev girtin. Jinên Şingalê yên li hemberî fermanan bi inad biriyara jiyanê dane careke din pêşengî ji berxwedanê re kirin. Li pişt barîkatên li ser riyan danîne biriyardariya xwe li pêş kamerayan nîşan dan.

Ji dayîkên di çalakiyê de cihê xwe girtine Rihan Xidir diyar kir ku bi dayikan mabe wê nehêlin hêzên PDK’ê bikevin Şingalê û got, PDK wê bi kîjan rûyî bê bikeve Şingalê. Wan Şengal berê firotiye. Mafê wan nîne careke din bikevin ser axa Şingalê.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘KNK navê yekîtiya gelê Kurd e’
ROJEV

KNK’ê salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê pîroz kir

18/07/2026
Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?
NÛÇE

Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?

18/07/2026
Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin
CîHAN

Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin

18/07/2026
Şoreşa jinan li cîhanê deng veda
JIN

Kongra Star: Parastina destkeftiyên jinan berpirsyariyeke hevpar e

18/07/2026
Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.