Rojnameya Ronahî

Nivîsgeha Parastina Zarokan di Şerê Çekdarî de 54 zarok radestî malbatên wan kirin

Nivîsgeha Parastina Zarokan di Şerê Çekdarî de ya herêma Cizîrê  bi hevkariya QSD’ê 54 zarok radestî malbatên wan kirin.

Nivîsgeha Parastina Zarokan di Şerê Çekdarî de ya herêma Cizîrê bi hevkariya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) kongreyeke çapemeniyê li nivîsgeha Hêzên Xweparastinê ya li navçeya Amûdê li dar xist. Nivîsgehê 54 zarok ku tev li QSD’ê bûbûn radestî malbatên wan kirin.

54 zarok li gorî peymanên navneteweyî yên têkildarî qedexekirina biçekirina zarokan ku di navbera NY û QSD’ê de hatibû îmzekirin, radestî malbatên wan hatin kirin.

Radestkirin bi kongreyeke çapemeniyê, bi beşdarbûna hevserokên nivîsgehên Parastina Zarokan di Şerê Çekdarî de yên Hesekê  û Qamişlo Xalid Cebir û Mirî Mihemed û ji fermandarên QSD’ê Egîd Agirî pêk hat.

Xalid Cebir got: “Piştî xebatên hevbeş ku bi mehan berdewam kir, 54 zarok li gorî peyman û belgeyên navneteweyî yên bi NY’yê re hatibû îmzekirin, ji hêzên leşkerî yên QSD’ê hatin dûrxistin.”

Cebir diyar kir ku divê zarok li malbat û dibistanên xwe vegerin, şerê ku ev 10 sal in rû didin bandoreke mezin li derûniya zarokan kir û wiha domand: “Zarok pêşeroja civaka me ne ku em hewl didin pêş bixin. Lê em dibînin ku zarokên civaka me berê wan her tim li xebata leşkerî ye. Em ê vegerandina wan zarokan li dibistanên wan bişopînin.”

Cebir destnîşan kir ku derdora 150 zarok ji hêzên leşkerî hatin dûrxistin û radestî malbatên wan hatin kir. Her wiha spasiya QSD’ê kir ku di radestkirina zarokan de dibe hevkar û got, QSD’ê hêza yekane li Sûriyê ye ku li gorî qanûn û pîvanên navneteweyî tevdigere.

Li ser pirsa biçekirina zarokên jêrî 18 salî, fermandarê QSD’ê Egîd Agirî wiha bersiv da: “Yên ku dixwazin tev li hêzên leşkerî bibin, rewşa wan tê lêkolînkirin û şopandin. Lê gelek zarokan ji ber şerê li Serêkaniyê û Girê Spî nasnameyên xwe winda kirine. Di rewşên wiha de zehmet e ku temenên wan were zanîn, ji ber wê bi temên biçûk derbasî saziyên leşkerî bûn. ”

Egîd Agirî diyar kir ku dê xebatên xwe yên dûrxistina zarokan ji hêzên leşkerî berdewam bikin.

ANHA