Jiyan Ebas-Qamişlo
Desteya Tenduristiyê ya bakur û rojhlatê sûriyê ragihand ku 151 kesên din bi koronayê (covid-19) ketine, ji wan 8 kes baş bûne 9 kes jî mirine.
Desteya Tenduristiyê ya bakur û rojhlatê Sûriyê ragihand ku 8 nexweşên din yên koronayê jiyana xwe ji dest dane.
Hevserokê Desteya Tenduristiyê Dr. Ciwan Mustefa diyar kir ku kesên jiyana xwe ji dest dayîn, zilamek û du jin ji Hesekê, zilamek ji Rimêlan, zilamek û jinek ji Qamişlo, du zilam û jinek ji Kobanê ne.
Mustefa da xuyakirin ku 151 kesên din bi korona ketine, ku ji wan 88 mêr, 63 jin in û ev agahî dan:
Rewşên nû hatîn tomarkirin wiha ne:
Hesekê: 60, Dêrik: 16, Rimêlan: 1, Qamişlo: 47, Girkê Legê: 3, Amûdê: 9, Kmpa Newroz: 4, Kampa Holê: 2, Kampa Roj: 1, Til Temer: 8.
Herwiha 8 nexweş jî baş bûne.
Li gorî van daneyan jimara nexweşên korona gihîşt 28 hezar û 265 an. Ji wan 944 kesan jiyana xwe ji dest daye û 2180 kes jî baş bûne.
Hêjayî gotinê ye ku ev agahî li gorî dîroka 02.10.2021ê ne.