Rojnameya Ronahî

​​​​​​​Ji Başûrê Afrîka, Îtalya û Brezîlya banga piştgiriya kampanya azadiya rêber Ocalan

37 siyasetmedar, akademîsyen, rewşenbîr û nivîskarên ji Başûrê Afrîka, Îtalya û Brezîlya ji bo kampanya ku wê Meclisa Dijîtal ya Kurdistanê di 8’ê Cotmehê de ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan bide destpêkirin, banga piştgiriyê kirin.

Berê jî siyasetmedar, akademîsyen, rewşenbîr û nivîskarên Awistralyayî û Rojhilata Navîn bang li her kesî kirin ku tevlî kampanya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan a 8’ê Cotmehê bê destpêkirin, bibin.

Navaroka bangawaziyê wiha ye; “Ji bo rola xwe ya di çareserkirina pirsgirêka Kurd û misogerkirina aştiya civakî de bilîze, divê şert û mercên azad ên Birêz Ocalan hebin. Ji ber vê sedemê, em her kesê ku xwedî hesta çareserî û aştiyê ye vedixwînin ku piştgiriyê bidin kampanyaya hashtagê ya ku dê li ser medyaya civakî were destpêkirin. ”

ANHA