Rojnameya Ronahî

Ji ber bihabûnê civaka xizan bêzar e

Jiyan Ebas-Qamişlo

Li bakur û rojhilatê Sûriyê her ku diçe krîza aborî kûrtir dibe. Bi krîzê ve girêdayî bihayê pêdiviyan jî rojbiroj bilindtir dibe û ev jî bandoreke neyînî li jiyana rojane dike.

Şêniyên bajarê Qamişlo ji ber bihabûna xwerek û pêdiviyên jiyanê, nerazîbûna xwe tînin ziman û ji aliyê têkildar daxwaziya çarseriyê dikin.

Têkildarî mijarê welatiyê bi navê Selman Mîrza wiha axivî: “Ez mirovekî karker im. Ji bo debara malê di vê pêvajoyê de pir zehmetiyan dikişînim. Ez û bi sedan kes weke min ji ber bihabûnê nikarin ji zarokên xwe re fêkî bistînin. Weke tê zanîn civaka me ji du beşan pêk tê; beşek dewlemend e, ya din jî pir xizan e. Ji ber wê bihabûna heyî bandoreke mezin li vê beşa civakê dike.

Welatiyê bi navê Salim Yûsiv jî diyar kir ku bihayê pêdiviyan bi giştî bilind e. Ji ber wê bi mehan fêkî nakeve mala xelkê û got, ev bihabûn bandoreke neyînî li jiyana mirovan dike. Banga me ji berpirsan re ew e ku ji vê pirsgirêkê re bilez çareseriyekê bibînin.

Welatiyê bi navê Ehmed jî bertekên xwe diyar kirin û wiha got: “Li gelek deveran cudabûna biha li gorî her firoşgehê tê guhertin. Mînak, li bazara şînkayî û meyweyan du bazirganên li rex hev mozan bi bihayên cuda difiroşin.

Derbarê vê mijarê de ji rêveberiya Komîteya Xwerek ya bajarê Qamişlo Remedan Hesen, diyar kir ku ji bo şopandina pêdiviyan rojane li nava bazaran digerin û got, hin bazirgan û firoşkar ji cudabûna nirxê dolar sûdê digirin û bi bihayê pêdiviyan dilîzin.

Hesen da zanîn ku ku firoşkarê pêdiviyan bi bihayê giran difiroşe hesab jê tê xwestin û di dawiya axaftina xwe de got, em rexneyên welatiyan qebûl dikin û emê li ser kêmayiyên xwe rawestin.