Rojnameya Ronahî

Ji bo sala nû amadekariya çandiniyê

Hediya HISÊN-Qamişlo

Li bakur û rojhilatê Sûriyê ji bo çandiniyê amadekarî tê kirin. Digel ragihandina qedexeya çûnhatinê li Herêma Cizîrê, cotkar û saziyên çandiniyê li ser kar in.

Derbarê mijarê de Hevseroka Desteya Çandiniyê ya Kantona Qamişlo Nisrîn Xelîl diyar kir ku sala borî ji ber barana kêm gelek zor li ser Saziyê Çandiniyê heye û wiha axivî” :Ji bo çandiniya îsal me gelek amadekarî kiriye. Destpêkê bernameyek ji çandiniyê re hat amadekirin. Li gorî bernameyê erdên avî wê ji sedî 70 genim li wan were çandin, erdên din ji sedî 60. Bihayê kîloya genim jî hezar û 200 lîreyên Sûriyê ye.”

Hevserokê Saziya Pêşxistina Çandiniyê Mezlûm Hesen jî diyar kir ku amadekariya belavkirina 50 hezar ton genimê deznfektekirî kirine û got, heta niha 4 hezar ton hatine belavkirin. Herwiha da zanîn ku ji bo erdên ne avî 5 ton genim tê dayîn, ji bo erdên avî jî li gorî rûberê erd genim tê dayîn.

Mezlûm li ser piştgiriyê ji bo erdên avî ev nirxandin kir: “Ji ber ku sala borî baran kêm barî û encameke baş derneket, emê îsal ji bo erdên avî piştgiriyê pirtir bikin. Lewra em naxwazin pirsgirêka sala borîî dubare bibe.” Li ser miqdarê alîkariyê jî wiha got: “Ji bo her donimê ji erdê avî 25 litre mazot hatiye diyarkirin û genim li gorî pêwîstiyê tê belavkirin.”

Hêjayî gotinê ye ku plana çandiniyê ya sala borî li Herêma Cizîrê bi giştî 25 milyon donim bû lê erdên hatîn çandin 13 milyon û 375 hezar donim bû. Ji sedî 70 genim, 20 ceh, 5 nîsk û 5 kemûn hatibû çandin. Yek milyon donim genim yê erdê avî bû. Ya sala nû hê ne diyar re.