Rojnameya Ronahî

Li Qamişlo vekirina Navenda Diyalîzê

Darîn Silê/Qamişlo

Ji bo xizmeta gelê herêmê û pêşîgirtina li nexweşiya gurçikan, herwiha ji bo tedawiya vê nexweşiyê, Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ya bakur û rojhilatê Sûriyê roja Pêncşemê li taxa Elaya ya bajarê Qamişlo Navenda Diyalîzê vekir.

Derbarê mijarê de Hevserokê Meclisa Pêkanînê ya Herêma Cizîrê Tilat Yûnis ev agahî dan: “Rêveberiya Xweser ji bo pêşxistina xizmetgûzariyê û alîkariya gelê herêmê bi taybetî di milê Tendûristiyê de, projeyeke wiha pêk anî. Dema dawî li herêmên me nexweşiya gurçikan pir zêde bûbû. Bi taybetî piştî qutkirina avê ji aliyê dewleta tirkî ya dagîrker ve li ser herêmê û bandora wê li paqijiya herêmê û tenduristiya civakê. Herwiha nebûna navendên tedawîkirina nexweşên gurçikan li herêmê bandor li nexweşan dikir. Li Herêma Cizîrê navendek temû hebû ew jî girêdayî rêjimê ye û amûrên wê jî her dem ne di xizmetê de bûn. Ki bo wê wek Rêveberiya Xweser me pêwîstî bi vekirina navendeke wiha dît, da 24 saetam di xizmetê de be û li nexweşan xwedî derkeve.”

Tilat Yûnis axaftina xwe wiha Qedand: “Di demên pêş de wek Rêveberiya Xweser projeyên me yên ji bo tenduristiyê hene, pêwîstî li kîjan herêmê hebe emê çareser bikin û rewşa tenduristiya herêmê xurttir bikin.”

Li ser heman mijarê Berdevka Komîteya Tenduristiyê ya bajarê Qamişlo Rojîn Ehmed jî got, ji ber rewşa ewlekarî û zehmetiyên welatiyan me Navenda Diyalîzê vekir û axaftina xwe wiha domand: “Demeke dirêj e me li ser vê projeyê kar dikir, lê ji ber rewşa awarte ya korona, herwiha ji ber êrişên dewleta tirkî ya dagîrker, projeya me dereng ma. Ji ber ku tedawîkirina nexweşiya kurçikan li herêmê biha ye û gelekan jê nikarîbûn xwe tedawî bikin me xwest em alîkariya nexwşên xwe bikin. Li deverên din şûştina gurçikan ji bo her carê 35 dolar e. Li navenda me tedawîkirin bêpere ye. Şeş alavên şûştina gurçikan li navendê hene. Em rojane dikarin ji 24 heta 48 rûniştinên şûştinê çêkin.”

Rojîn Ehmed axaftina xwe wiha qedand: “Emê ji îro pêve pêşwaziya nexweşan bikin û heta em bikarin emê ji wan re bibin alîka.”

Pisporê nexweşiya gurçikan û hundir Dr. Yasir Ehmed jî li ser nexweşiya gurçikan û sedemên derketina nexweşiyê wiha axivî: “Jimara nexweşên gurçikan li herêma me zêd bûye. Sedema derketina nexweşiyê bilinbûna şekir, dexta dil û cemeda zêde ye. Divê nexweşê pêwîstiya wî bi şûştina gurçikan hebe, hefteyê sê caran serdana nexweşxaneyê bike û kurçikên xwe bişû. Celseya şûştina gurçikan 4 saten dirêj dike. Hin nexweş bi şûştinê gurçikan baş dibin, hin jê eger baş nebin neçar dibin gurçikeke nû ji xwe re daynin. Danîna gurçikan jî pir biha ye û li vir nîne. Ji bo wê vekirina vê navendê ji bo gelê herêmê pir girîng e. Em bi hêvî ne ku di demên pêş de navenda çandina gurçkan jî li bakur û rojhilatê Sûriyê were vekirin.”