Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Zû yan dereng, tuyê ji axa Sûriyê derkevî’

03/10/2021
in QUNCIK NIVÎS
A A
Pirsgirêk rêbaz e, ne azadiya gelan e
Share on FacebookShare on Twitter

Idrîs Henan

Êdî wisa lê hatiye ku ji bilî gelê Sûriyê her kes dikare li dora maseyên li ser navê wê tên lidarxistin bicive û biryaran bide. Lê bi herikîna demê re, ew hişmendiya hatiye normalîzekirin jî hatiye derbaskirin ku êdî qertel-mertelên li dor sifreya Sûriyê hev û din qebûl nakin û li ser navê gelên Sûriyê gefan li hev dixwin. Mirov dibêje qey ew bavê Sûriyê ne?!

Piştî hevdîtina 29 îlonê ya li ser qeraxên behra reş a li Sûçî ku weke “zîrew” dihate binavkirin, herdu serokên Tirkiyê û Rûsya derketin û xatir ji hev xwestin! Tenê Pûtîn ji Erdogan re got: “tu bi xêr hatî, em ê di nav têkîliyê de bin”. Destnîşan bû ku tiştek zilam di kongreyek rojnamevanî de bibêjin nîne. Ji ber ku sê saetên civîna li paş deriyên girtî têrê nedikir ku tiştekî maqûl û encamgirtî bibêjin. Tişta tekûz ku nîqaş li ser hatiye kirin ew e; li gorî berjewenidiya xwe xêzkirina çarenûsa vî welatî ye.

Ji aliyê xwe ve serokê rejîma Tirk Erdogan dema ku vedigerî welatê xwe, ew hevoka Pûtîn tekez kir û digot ku; dê saziyên istixbaratê û herdu wezaretên derve û ya berevaniyê nîqaşê dewam bikin. Ango bi rêya dîplomasiya telîfonî dê danûstandin berdewam bikin! Erdogan li gotinên xwe hevoka “danûstandin berdar û girîng bûn” zêde dike û pişt re weke bazirganê îflaskirî defterên kevin vedike û berê xwe dide êrişa ser DYA yê.

Erdogan weke ajalê har bûye ne dizane dev bavêje kê? Geh dibêje sûcê we ye ku we moşekên Patriot nedan me, geh jî dibêje ku; çi têkîliya DYA heye em ji kê çekan dikirin?. Bi kurtasî zilamê faşîst di nav qirêja siyasetên xwe de maye. Nizane wê çawa bike û ka dê bi kîjan rêyê ve biçe?

Rikberiya Tirkiyê van nêzîkatiyên Erdogan weke dudilî bi nav kir. Serokê partiya CHP Kemal Kilçdaroglû got: “Şerên qesrê yên dûrî aqilan polîtîkayên Tirkiyê yên derve xira kirine”.

Ji aliyê xwe ve, di derbarê mijara hevdîtina Erdogan bi Pûtîn re rojnamevanê tirk Turker Erturk li ser rûpela xwe ya twitterê got: “Li Sûçî ji me hat xwestin ku em ji Sûriyê derkevein. Ji me re hat gotin parêzgeha Idlibê wê vê zivistanê Sûrî be. Ti kaxezeke hikûmeta Tirkiyê nemaye. Destê wê lawaz bye”.

Ji aliyekî din ve berdevkê Lihevanînê yê Sûriyeyê Umer Rehmûn teqez kir ku destpêka sala bê dê parêzgeha Idlibê bi temamî were rizgarkirin.

Girêdayî heman mijarê Nûnerê Taybet ê Serokdewleta Rûsyayê Alêksandir Yavîmov li ser pêşketinên dawî yên li Idlibê axivî bû û ev tişt gotibû: “Divê em armanca dawîn ji bîr nekin. Ne tenê tunekirina terora li Idlibê ye, lê belê vegerandina serweriya rewa ya Sûriyê li ser van herêman di zûtirîn dem de ye”.

Tenê maye em bînin bîra mirûdên Erdogan û dûvikên wî ku ti nanekî we jî nemaye. Dema ku DYA bi lihevkirina bi Rûsya û Îsraîlê re rê dide xeta gaz û ceyranê ku di Sûriyê re derbas bibe Lubnanê û dema ku Interpola navneteweyî qedexeya li ser ofîsa Şamê radike, dema ku deriyên hemû qesrên xwedî biryar li cîhanê ji nûnerên rasteqîn ên gelan MSD re tên vekirin, tê wê wateyê ku êdî civaka navneteweyî di derbarê Sûriyê de ber bi hinek lihevkirinên siyasî ve diçe. Ji lewra jî berovajî gotinên Erdogan, ew jê re dibêjin: “zû yan derneg be tu yê ji axa Sûriyê derkevî”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘KNK navê yekîtiya gelê Kurd e’
ROJEV

KNK’ê salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê pîroz kir

18/07/2026
Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?
NÛÇE

Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?

18/07/2026
Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin
CîHAN

Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin

18/07/2026
Şoreşa jinan li cîhanê deng veda
JIN

Kongra Star: Parastina destkeftiyên jinan berpirsyariyeke hevpar e

18/07/2026
Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.