Ednan MUSTAFA
Di ser destwerdan Rûsya ya Sûrî re şeş sal derbas bûn. Lê ne di asta hundirîn û ne jî di asta derve de, Rûsya nekarî li gorî pêwîstiya çareserkirina pirsgirêka Sûrî stiratejiyeke çareseriyê pêş bixe.
Ji bo Rûsya li ser axa Sûrî serweriya xwe mayende bike, gelek hewldan û amûr bi kar anînin. di vê derbarê de, ji balafirgeh heyanî Benderên avê, gelek zengînbûnê Sûrî yên çavkaniyên aborî ji bo xwe veberhêner(istismar) kirin. Kêm zêde Rûsiya serweriya xwe ya Aborî li ser Sûrî sepandiye. Di heman mijara destwerdanê de, Rûsiya di warê leşkerî de, gelek dahatiyên xwe yên aborî terxanî Sûrî kirin. Sûrî ji bo xwe weke pazareke çekan bi kar anî û di heman demê de erdnîgariya Sûrî ji bo xwe weke qadeke manawrayên serbazî bikar anî. Ji bo vê yekê bi hezara leşkerên xwe şandin Sûrî, bi dehan hêzên paramilîter dane avakirin.
Ji bo Rûsiya bigîne armancên xwe, li ser asta diplomatîk û siyasî jî kete nava îtifaqan, di serî de, bi Tirkiyê re têkiliyên xwe pêşixstin, her çiqas pêşixstina pewendiyên di navbêra Tirkî û Rûsiya de, li ser bingeha şerê Sûrî bû, lê di esasê xwe ev vegeriya bazirganiyeke di navbêra Erdogan û pûtîn. Herdu lîderan ji bo desthiladariya xwe misoger û mayinde bikin, bi dirûşmeyên siyasî yên çareserkirina pirsgirêka Sûrî, rêzecivîn li Astan û Soçî li darxistin. Ev civînên mijara gotinê weke çawa ji navnîşan xwe dor, diwarê navarok jî, ne civînên ji bo Sûrî bûn, di bingeh de civînên hevkariya aborî û bazirganiya navbêra du lavîhatana de bû.
Ji ber van sedeman, pirsgirêka Sûrî, her ku çû kurtir bû.
Di vê çarçoveyê de, ne tiştekî ji rêzê û tesadûf e di salvega 6. ya destwerdan Rûsiya ya Sûri de, di têkiliyên di navbêra herdu welatan de şêlobûn bê jiyan kirin. Ji ber di serî de Tirkî û piştre jî Rûsiya destgirtina wan ji çareserkirina pirsgirêka Sûrî re şaşe, ango tespîtkirina aloziya Sûrî û wê li ser kijan bingehî were çarserkirin, ne li gor arzû û daxwezên civaka Sûrî, li gor berjewendiyên herdu aliyan û herdu serokan hatiye dîzayîn kirin. Di vê çarçoveyê de civîna Pûtîn û Erdogan ya 29 vê mehê de nirxandin û lê nêrîn wê rastir be.
Rûsiya ji bo karibe armancên xwe bi Tirkiyê bide qebul kirin. Hem di warê siyasî û ragihandinî de zexta xwe li ser Tirkiyê zêde kir û hem jî diwarê leşkerî de, êrîşên xwe li ser İdlib û Efrîna dagirkirî zêde kir. Armanca van êrîşa û zexta Mosko li ser Enqre, Pûtîn bi qezenc ji pazara herdu aliyan derkeve. Piştî civînê jî hate xuya kirin, yê bi qezenc dîsa herdu alî, ango Tirkî û Rûsiya derketin û yê zerarmend civaka Sûrî bû.
Weke encamên rêzecivînên berê, destgirtina pirsgirêkê û çaserserkirina wê şaşe. Ji bo pirsgirêka Sûrî were çarserkirin û civak bi aram bijî divê di serî de, birîna serke ya Sûrî çiye wer dîtin?. Li gor vê yekê. Yekemîn; divê hêzên mudexelekar û dagirkerê ser Sûrî, pirsgirêka Sûrî dervehî leşkerî, divê li çarseriyeke siyasî bigerin. Duyemîn; di çaserkirina aloziya Sûrî de, dînamîkên hundurîn yên civakî û netewî esas werin girtin. Di serî de Kurd weke heseke çareseriyê û netewa demokratîk weke modêla çareserkirina hemû pirsgirêkên Sûrî were qebul kirin. Sêyemîn; di serî de dagirkeriya Tirk û hemû welatên mafê xwe yên mudexeya Sûrî dibînin, dev ji ajanda û berjewendiyên xwe yên teng berdin û li gor raelîteya Sûrî û pêkhateyên wê pirreng tevbigerin û pirojeyên çaserseriyê pêşkêş bikin.
Bi lêgerînên piralî, li hevhatineke rêvebiriya Şam, opizsyona navxweyî yên demokratîk, niştiman perwer û aliyekî garantor. Di çaroveya çaserseriyeke siyasî qirîza Sûrî were çaserserkirin. Dervehî xalên li gor hatine rêzkirin, ne gengaze Sûrî ji çirav û qirîza heyî were derixstin. Berovajî vê yekê çendî kombûn werin çêkirin ne pirsgirêk çaserser dibe û ne jî rê li ber rijandina xûnê û koçberiya civakî tê girtin. Eksî vê yekê aloziya Sûrî wê ne 6 sal wê 60 salî din jî neyê çareserkirin.






