Meclisa Leşkerî ya Minbicê dewreyeke perwerdeyê li Akademiya Şehîd Koçerîn ji 35 fermandaran re da destpêkirin.
Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi merasîmekê dewreya perwerdeyê ya 35 fermandaran bi navê Dewreya Şehîd Îbrehîm El-Hisên (Cezar) da destpêkirin. Tê payîn ku dewreya li Akademiya Şehîd Koçerîn hatiye destpêkirin, 45 rojan dewam bike. Di dewreyê de dê dersên leşkerî, fikrî û hunera şer werin dayîn.
Dewre bi beşdarbûna hejmareke fermandar û leşkerên Meclisa Leşkerî ya Minbicê, bi rêzgirtina leşkerî dest pê kir. Paşê endamê Fermandariya Meclisa Leşkerî ya Minbicê Ebû Elî Necim axivî û vekirina dewreyê pîroz kir. Necim got ku hêzên wan dê li dijî hemû dijberên herêmê bibin mertalên parastinê.
Piştî axaftin bi dawî bû, beşdarên dewreyê soza leşkerî dan û dewreyê dest pê kir.
Şehîd Îbrehîm El-Hisên (Cezar) ku dewre li ser navê wî hate vekirin, dema cihê xwe di hemleya rizgarkirina Reqayê de digirt, şehîd bû…ANHA






