Saturday, July 25, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Emê koçertî û sewalvaniyê berdin

02/07/2018
in Uncategorized
A A
Emê koçertî û sewalvaniyê berdin
Share on FacebookShare on Twitter

Koçerên Sêrtî ku her sal berê xwe didin zozanê Nebirnavê, destnîşan kirin ku ji ber qedexekirina zozanan her diçe heqê kirêya mêrgan zêdetir dibe. Koçeran got, “eger wisa dewam bike ew ê ji mecbûrî dev ji koçertiyê û sewalvaniyê berdin.”
Koçerên Sêrtî, îsal jî berê xwe dan zozanê Nebirnavê ku di navbera Colemêrg-Wanê de ye. Koçeran bal kişand ser qedexekirina zozanan û destnîşan kirin ku eger wisa dewam bike ew ê ji mecbûrî dev ji sewalvaniyê berdin. Her wiha koçeran bilêv kir ku zozanên neqedexekirî jî, heqê kirêya wan zêde ye.
Koçer Abdûllah Şenyuz, diyar kir ku ew ji meha Gulanê ve berê xwe didin zozana Nebirnavê û got: “Hem ji ber sarbûna hewayê hem jî şertên herêmê gelekî zehmet in. Li herêma me havînê carinan germahî dibe 50 pile jî. Lê ev zozan pir hênik in û berdar in. Heywanên ku em xweyî dikin, li ber germê îdare nakin. Eger heywanên me li wan deran bimînin dê bimirin.”
Şenyuz, diyar kir ku ji ber polîtîkayên siyasî, leşkerî û aborî yên li herêmê tên sepandin, hema bêje sewalvanî qediyaye û got: “Îsal sed col pez ji herêma Sêrtê hat. Berê du qat zêdetirî vê dihatin. Tiştê dizanim ji herêma me bi sedan col hatine Nebirnav, Fereşîn û Meydana Casûsê. Tenê li herêma Sêrt û Wanê heywan mane. Ji ber ev tengasiyên li pêş sewalavniyê, gel dev ji sewalvaniyê berdide. Ji ber polîtîkayên tên sepandin êdî ciwanên me naxwazin bi me re werin zozanan.”
Mehmet Şîrîn Îlbaş jî diyar kir ku ji bo ew werin vê herêmê ew 40 rojî meşiyane û got: “Em 3 mehan li van zozanan dimînin. Dema em tên em 40 rojî dimeşin. Piştî şîrê heywanên me namîne û serma dest pê dike em berê xwe didin herêma Botanê.”
Ayşe Şenyuz jî, diyar kir ku ew şîr û mastê xwe jî difiroşin banedarên ku tên zozanan. Şenyuz diyar kir ku ji ber mesrefên zozan û mêrgan û heqê şivanan tiştek di dest wan de namîne.
Hatîce Şenyuz jî diyar kir ku tendûra ku wan sala din çêkiribû texrîb bûye û got: “Niha em jina bi hev re tendûrê çêdikin. Sala çûyîn van wextan me ev tendûr çêkiribû. Lê ji bo pihêtina nan divê em wê ji nû ve biselihînin. Mêr tenê bi karê xweyîkirina heywanan re eleqedar dibin. Karê din jî jin dikin. Em dixebitin, lê mêr dixwin. Karê zozan li ser milê jina ye. Em êzingan berhev dikin. Em tenûrê diselihînin. Em li zarokan dinêrin. Em xwarinê çêdikin.”…MA

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.