Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Waaaa ENKS, bihabûn û NY çi ji hev re dibêjin!

29/09/2021
in QUNCIK NIVÎS
A A
Waaaa ENKS, bihabûn û NY çi ji hev re dibêjin!
Share on FacebookShare on Twitter

DILYR CIZÎRÎ

Di vê demê de şandeya MSD’ê serdana Rûsya û Amarîka dike û di astên herî jor de hevdîtinan pêk tîne. Hemwextî wê Amarîkaya ku Efxanistan berda û rojeva hemû cîhanê da guhertin, dibêje ku wê piştgiriya xwe ya bi QSD’ê re bidomîne. Ev piştgirî rastbe an derew be di aliyê dîplomasî de ji bo Rêveberiya Xweser û gelê herêmê xalek erênî ye. Ji van geşedanên em behsê dikin, diyar e wê di rewşa li Sûriyê de guhertinên ber bi çav çêbibin.

Îcar wer xuya dike, ev guhertin ne li xweşiya dewleta Tirk û serokkomarê wê Erdgoane. Bi taybet di vê dema di êrîşên xwe yên li Başûrê Kurdistanê yên li dijî Tevgera Azadiyê nikare encamê bi dest bixe, aciziyên wan zêdetir dibin.

Ji lewma di asta herî jor de ketine nava liv û tevgerê da ku bi awayekî bandorê li guhertinan bike. Di vê çarçoveyê şandeyek endamên ENKS’ê şandin Amarîka û dest bi hevdîtinan kir. Bi vê jî dixwazin berazîtan bavên ser rojeva hevdîtinên MSD’ê yên dawî.

Dewleta Tirk di vir de sîndordar nema, alava di destê xwe de ENKS’ê li hindirê Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî da xebitandin. Bi fermana MÎT’ê, di bi hinceta buhabûna sotemeniyê banga derketina xwepêşandan kirin. Di vir de ji ber kutleya ENKS’ê têrê nake, bi buhabûna sotemeniyê û madeyên jiyanî xwestin bandorê li raya giştî ya gel bikin û kombûyînan mezin bikin.

Di vir de tişta bala mirov dikşîne ew e kontorola bazarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aliyê Rêveberiya Xweser û saziyên wê ve têne kirin, lê ew li Qamişlo li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî kom bûn. Gelo heger rast niyeta wan sotemenî û buhabûna madeyên jiyanî ba, çima berê xwe nadin aliyên eleqedar؟.

Ev jî piştperdeya rastiya tevgera wan zelal dike. Ya wan dijberiya Rêveberiya Xweser e. Armanca wan ew nameyên reşkirina Rêveberiya Xweser bighînin nûnerên NY’ê yên li Qamişlo. Ji ber mijara buhabûnê di herêmê de ne tiştekî nûye, dolarê Amarîkî di nava kêmî 2 salan de 7 qatan zêde bû. Yenî heger em di aliyên aborî de buhayên madeyan li gorî beriya buhabûna dolar bipîvin, buhabûn nîne, tişta heyî lîreya Sûriyê têk çûye. Vê yekê bandor li Rêvebeiriyê jî kiriye.  Lê car de jî buhayê sotemeniyê niha li herêmên Rêveberiya Xweser ji hemû cîhanê erzantir e. Her kes dikare vê yekê lêkolîn bike.

Ez di vir de ne parastina Rêveberiya Xweser dikim, lê belê tenê ez dixwazim armanca wan bibêjim.  Heger ji bo buhabûnê derkevin, bela li ber saziyên Rêveberiyê kom bibin û daxwazên xwe wekî muxalefet pêşkêş bikin.

Ez ê careke din jî dubare bibêjim, Heger ya wan raste, di demek nêzî de wê Rêveberiya Xweser hilbijartinan li dar bixin, bela wekî muxalif beşdar bibin û kerm bikin buhayê sotemeniyê û madeyên jiyanî erza bikin.

A wan di vê demê de tenê xizmeta siyasetên dewleta Tirk ên ji bo qirkirina gelê kurd e. Tiştê ENKS’ê di vê demê de dike, bi tu awayî ji topbarana gundên ÊN Îsa, Şehba û Til Temir û komkujiyên li dijî sivîlan pêk tîne, ne dûr e.

Ji lewma ji gelê me tê xwestin ji van hewldanên  wan ên proveketor hişyar bin, neyên lîstokên van komikên navê ENKS’ê li xwe kirine. Em vekirî ji wan re dibêjin, heger raste dilê wan li ser gelê kurd e, bela keremkin em bi hev re li dijî kirinên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê yên dagirkirî çalakiyan bikin. Heger raste bela li dijî dewleta Tirk a ku av ji ser kanotna Hesekê qut kiriye, çalakiyan bikin. Lê di vir de rûreşiya wan wekî tava havînê diyar bûye.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘KNK navê yekîtiya gelê Kurd e’
ROJEV

KNK’ê salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê pîroz kir

18/07/2026
Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?
NÛÇE

Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?

18/07/2026
Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin
CîHAN

Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin

18/07/2026
Şoreşa jinan li cîhanê deng veda
JIN

Kongra Star: Parastina destkeftiyên jinan berpirsyariyeke hevpar e

18/07/2026
Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.