Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Divê Rûsya ji xerabiyên Erdogan re rê veneke

29/09/2021
in QUNCIK NIVÎS
A A
Rûsya bi Tirkan re li pey lîstikên nû ye
Share on FacebookShare on Twitter

Zekî Bedran

Erdogan ji bo tevlîbûna civîna giştî ya NY çû Amerîka. Di ser de bi du balafirên tijî mirov çû. Hêviya wî kurt jî be hevdîtina bi J. Biden re bû. Lewra Biden piştî hatî hilbijartin rû nedabû Erdogan. Piştî Trump Erdogan li wê navê mabû. Bi sûdgirtina ji siyaseta Bûtîn-Trump siyaseta xw ya qirêj dimeşand. Piştî Trump êdî nikarî wê lîstikê bilîze. Di dawiyê de neçar ma ku xwe bispêre Amerîka û Ewropa. Lê ji ber siyaseta wî û kesayeta wî ya bêbawer, hêzên Rojavayî xwe pir nêzîkî Erdogan nekirin. Erdogan ji Amerîka û NATO re got, Efxanistan jî di navê de hûn dikarin min li her derê bi kar bînin. Lewra li hundir jî rewşa wî ber bi xerabiyê ve diçû. Aborî roxandibû û ketibû teqaneke sûcan ya xwe dispêre talan, şelandin û pereyan. Bûbû belaya serê gelên Rojhilata Navî jî. Erdê Sûriyê vegiriye. Ji bo derketina şerê navxweyî û xurtbûna rêxistinên weke DAIŞê, alîkarî kiribû û bi wan re itîfaq kiribû. Di axaftina xwe ya li NY de diyar bû ka çiqas bêpîvan, bêşerm û derewker e. Qaşo ti dewletan bi qasî wan li hemberî DAIŞê şer nekiriye!

Di destê Rûsya de gelek agahî û belge hene. Kargehên li Helebê çawa hatin parçekirin û birin Tirkiyê. Berhemên dîrokî çawa talan kirin. Revandina petrolê di kîjan astê de bû. Bi hezaran DAIŞ û çeteyên din li Tirkiyê bi azadî tev digeriyan. Çawa dixwestin ji Sûriyê derdiketin û diketinê. Di destê Amerîka de jî gelek agahî û belge hene. Brett McGork yê têkildarî Sûriyê nûnertiya taybet kirî ji her kesî pirtir van dizane. Pir xebitîn lê nikarîn sînorê Tirkiyê li DAIŞê bigirin. Tirkiyê bi milyonan Sûriyeyî kişandin Tirkiyê. Ev mirov pir bi kar anîn. Li aliyekî li hemberî Ewropa bi kar anîn û pere ji Ewropa standin, li aliyê din ji bo xurtkirina aboriya xwe bi erzanî xebitandin. Ya herî xerab ev kesên xizan û bêçare tevlî çeteyan kirin. Herwiha ji bo dagîrkirina erdê Sûriyê bi kar anîn. Ev jî ne bes bû şandin Libya û Azerbaycanê. Sûriye ji bo faşîstên Tirk bû ciyekî wisa ku çawa bixwaze hespê xwe tê de bibezîne. Di rewşa heyî de ya li pêşiya sekinandina şer û çareseriyê dibe asteng dewleta Tirkiye ye. Dema nikaribe destekê ji Amerîka bigire diçe cem Rûsya. Dema nikaribe ji Rûsya bigire diçe cem Amerîka. Bê destûra Amerîka û Rûsya Tirkiyê wê nikaribûya li Sûriyê hespê xwe wiha bibezîne. Di rewşa heyî de dijminê sereke yê Tirkiyê Kurd in. Dixebite ku Ereban li hemberî Kurdan bi kar bîne. Bi taybetî dixwaze şerê Kurd û Ereban derxe. Lê planên wan yên qirêj pêk nehatin. Li bakur-rojhilatê Sûriyê di serî de Kurd û Ereb gel bi hev re dijîn û bi awayekî demokratîk xwe bi rê ve dibin. Lê dewleta tirkî mirovên herêmê yên xistîn binê kontrola xwe û bermayiyên DAIŞ û El Nusra li hemberî Kurdan dide şerkirin. Lê ne li hemberî Kurdan tenê, li Hemberî Ereban jî dide şerkirin. Kurd miriye, Ereb miriye, ne li xema wê ye. Ku leşkerên wê nemirin û cenaze neçin Tirkiyê bes e.

Niha ev Erdoganê serkêşê siyaseta tarî û dijmina mirovayiyê diçe ku bi Pûtînre hevdîtinê bike. Piştî ku li Amerîka rû nedît dixebite bi alîkariya Rûsya xwe xurt bike. Erdogan xwînxwar û devbixînekî wisa ye ji bo QSD û YPGê ku bi koalisyonê re DAIŞ şkandine û bi dehhezaran şehîd dane, dibêje terorîst in. Erdogan Amerîka jî bi piştgiriya terorê sûcdar dike. Li Idlibê çeteyên El Nusara yên li hemberî rêveberiya Şamê û Rûsya bi cî bûyîn diparêze. Erdoganê Sûriye di nava xwînê de hiştî wê çareseriyeke çawa bîne? Wê bixebite hin tawîzan bide Rûsya û bi cambaziya siyasî demê qezenc bike û zererê bide gelên Sûriyê. Rûsya ji ber siyaseta xwe ya heta niha meşandî baweriyê nade. Ka Tirkiye dixwaze çi bike û Erdogan çi teba ye baş zanin. Tiştên dikin ne ji nezanîn e. Berjewendiyên wan in. Wisa kirin heta ku Erdogan kirin şirîkê Sûriyê. Erdogan herî dawiyê wê bikeve binê fermana NATO. Ji bo wê lazim e Rûsya ji cambaziya Erdogan re rê veneke. Divê bihizire ka wê çawa Tirkiyê ji Sûriyê derxe. Gelê Sûriyê ji dagîrkeriya Tirkan ne razî ye û ti kesî ew venexwendine. Di serî de gelê bakur-rojhilatê Sûriyê her kes dixwaze ji van kujerên dagîrker rizgar bibe.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘KNK navê yekîtiya gelê Kurd e’
ROJEV

KNK’ê salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê pîroz kir

18/07/2026
Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?
NÛÇE

Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?

18/07/2026
Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin
CîHAN

Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin

18/07/2026
Şoreşa jinan li cîhanê deng veda
JIN

Kongra Star: Parastina destkeftiyên jinan berpirsyariyeke hevpar e

18/07/2026
Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.