Ahmet Aktaş
Dewleta tirkan, bi dagirkirina Efrînê re armanc; vê herêmê, ji bo asimilekirin û xistina nava xaka Tirkiyê, ji xwe re bike navend. Li Bakur, heman rola navendiya asimilasyonê, bi çanda leşkerî (kişla kulturu) dabû Dêrsimê. Jixwe dewleta tirkan, li hemû cihên ku dagir dike, bi vê zihniyeta leşkerî sistemekê ava dike. Piştî berxwedana mezin a 58 rojan, ji bo qirkirinek giran pêkneyê piraniya gel ji Efrînê derket. Ji alîkî ve ev derketina gel bi dilê dewletê bû; ji bo talanê pêkbîne û li van cihên vala, hawirdeyên biyanî yên ne kurd, bi cih bike. Di sê salên derbasbûyî de piraniya van armancên xwe cêbecê kir. Lê weke dixwest çênebû. Jiber ku hemû çeteyên kujer û talankerên xwe yên bijare li Efrînê kom kir. Hemû mal û milkên gelê me yê Efrînê talan û weran kirin, tiştek nehiştin, darên zeytûna jî birîn û birin firotin. Kesên ku li wira mabûn, revandin, bi beramberî pereya/fidye berdan an kuştin, êdî ev jî xelas bûn. Ji van nêçirvanên kuştin û talanê re, pêdiviya nêçîra nuh/teze çêbû. Li vira tektikekî şerê taybet kete rojevê. Ev jî: Vegerandina gelê me yê ji Kantona Efrînê koçber bûne. Vê salê, em dibînin ev plan tê bi rêvebirin. Vê plana qirêj, piranî li ser gelê me yê Ezîdî yên li derdorê Cinderes û Raco dide meşandin. Li hinek gundan, MİT’a tirkan û Feyleqe Şam, bi muxtar û rûsipiyên Êzîdî re civîn çêkirine. Bi karanîna şêwazên tirsê, ji wan xwestine, bi taybetî bang li koçberên Helebê, Şehba û Ewrûpayê bikin û wan vegerînin Efrînê. Jiber ku êdî çete û hêzên dewletê, nikare bandorê li ser gel bike, lewma, bi navê kurdîtiyê ENKS’ê û Rêveberiya Hewlêrê didin xebitandin. Eger mirov li çapemeniya wan baş binêre, ew ê zelal were dîtin ku çawa bi hev re vê projeya şerê taybet didin meşandin? Wê gotina gelîrî tê bîra mirovan; “weke kewa dujminê qewmê xwe”! Lê divê ji kewan lêborîn were xwestin, jiber ku ew bi nezanî û dibe ku ji niyeta pak wan bangan dikin, lê “kewên” me bi zanebûn vê xizmetê ji dagirkeran re dikin! Her roj di medya Hewlêrê de, yekser dujminatiya Rêveberiya Xweser heye. Berovajî vêna, pesindariya dewleta Tirka dike. Eger behsa nûçeyek xerab ên li herêmên dagirkirî; Efrîn, Serêkaniyê, Grêspî û hwd.were kirin jî, dîsa gunehbar ne dewleta Tirika ye, Rêveberiya Xweser e! Kêm caran jî, eger êdî êrîşa li ser gel nikare were veşartin, wê gavê, dîsa gunehkar ne dewleta tirka ye, dibêje “belê dibe ku hinek ji komên çeteyan be”! Serokê kevn ê wê Opozisyon/Îtilaf an hukûmeta demkî ya Suriyê ku Tirka damezrandiye Nesir Herîrî, çawa li Hewlêrê hate pêşewazîkirin, li pêş çavê raya giştî rûda. Ka yê nuh Salim El Muslat kengî tê vexwendin ji bo Hewlêrê! Ji xwe ji nuha vê pesindariya wî jî despêkirine di medya xwe de. Di vê dema dawî de pesindariya vê plana vegera Efrînê gelek eşkere û bi berfirehî tê kirin. Ewqas zêde dikin ku hinek malbatên Efrînî yên koçber bûn li Hewlêrê, çawa bê derd û bela, bê astengî û bi kêfxweşî çûne Efrînê li malên xwe bi cih bûne, pêsnê wê dîde. Hinek nûçeyên wisa, bê şerm û bê exlaqî jî di weşînîn. Dibêje “ew keça Êzîdî ku salekê revandî mabû û hate azadkirin, vaye dîsa hate revendin”! Îca her roj nûçeyên wisa nakok têne weşandin. Ma ji xwe tektîkekî şerê taybet jî, ne ev e ku serê civakê tevlihev bike?






