Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

 Dahola PDK’ê û govenda ENKS’ê -2-

29/09/2021
in QUNCIK NIVÎS
A A
Rûsya bi Tirkan re li pey lîstikên nû ye
Share on FacebookShare on Twitter

Ednan Mustafa

Di rojên dawiyê de, bi prspektîfên PDK’ê û Berzanî, ENKSê eksena xwe guhertiye. Gotin li cih be rayedarên ENKS’ê bi komî li dijî Rêveberiya Xweser ya Demokratîk kar dikin û kampanya reşkirinê dest pê kirine û gelê Rojava li dijî vîna Revebiriya Xweser tehrîk dikin. Partiya Yekîtî ya Silêman Osê û beşekî sereke yê ENKS’ê ye, ne weke partiyek xwecihî ya Rojava weke maşe û ajanê dagîrkeriya tirkî li bakur û rojhilatê Sûrî kar dikin. Di van rojên dawiyê de, li gel rewşa aram ya herêma me Rojava, hewldanên hin bazirganan çêbûn ku bihayê hin madeyên jiyanê bilind bikin. Digel ku Rêveberiya Xweser di vê mijarê de ti daxuyaniên bilinbûna biha nexistiye rojevê jî, lê ENKS çawa ku dawî li şoreşa Rojava hatibe û mîrateya gel li erdê mabe gel vedixwîne xwepêşandanan li Qamişlo. ENKS’ê wisa difikirê çawa ku li Sûrî û rojavayê Kurdistanê 10 salên şoreşê çênebûbin û hemû aloziya aborî, civakî û ewlekarî Rêveberiya xweser û PYD’ê berpirsyar dibîne. Divê bê zanîn ku Rêveberiya Xweser digel rexne û kêm û kurtiyên derketine holê, kariye aramiya herêmê biparêze û di asteke bilind de erkên xwe yên rêveberiyê pêk bîne. Nîşana vê yekê jî dema rewşa herêmên rêjimê û herêmên çete yên dagîrkeriya tirkî tîne beramberî hev, herêma herî aram û bê pirsgirêk herêmên bakur û rojhilatê sûrî ne.

Gelo ENKS’ê çima di demeke wiha de, dest bi kampanya reşkirin û dijminatiya Rêveberya Xweser dike? Bêguman bersiva vê pirsê bi qasî ku hêsan e bi qasî wê jî trajîk û cihê dilêşiyê ye. PDK bi siyaseta xwe ya dijberiya PKK’ê bi ser neket. PDK’ê nekarî bi pişgiriya Tirkiyê PKKê tasfiye bike û ji herêmê derxe. Di heman demê de PKK nehatiye tehrîka PDK’ê û Berzaniyan û neket şerê navxweyî. Berzanî û PDK’ê tiştê ku nikarîn li Metîna, ZAP, Garê û Avaşîn bi dest bixin, îro bi destê ENKS’ê li Rojava dixweze vê yekê bi ser bixe. ENKS û PDK li Rojava ne weke hêzeke siyasî ya kurdî li Rojava, weke baskê sîxûriya dagîrkeriya Tirkan kar dikin û rêxistin dikin.

Di rewşekê de ku ewlekariya bakur û rojhilatê Sûrî di binê tehdîd û gefên dagîrkeriya Tirkan û DAİŞ de ne, bangawaziya ENKS’ê ya xwepêşandanan tê çi wateyê. Hewldanên PDK’ê yên şer li başûrê Kurdistanê bi ser neket, vê carê bi riya ENKS’ê dixweze vê yekê li Rojava bide ceribandin. Cihê nigeranî û pirsê ye, rewşên tehrîk û nearamiyê di xwepêşandana ENKS’ê de derkeve, perpirsyarê wê kî ye? ENKS dikarê barê vê yekê rake û gelo wê PDK li rayedarên ENKS’ê xwedî derkeve? Ji bo vê yekê beriya rêzdarên ENKS’ê gavekê bavêjin, pêwîst e deh caran bifikrin û divê ENKS xwe ji rewşa lîstika di destê PDK’ê û Berzanî derxin û bibin xwedî îrade. Ne li ber dahola PDK’ê govendê bigrin. Bi vê yekê ENKS wê karibe pêşengiiya gelê Rojava bike, derveyî wê ne pêşengî wê bibe dûvikê gelê Rojava.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘KNK navê yekîtiya gelê Kurd e’
ROJEV

KNK’ê salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê pîroz kir

18/07/2026
Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?
NÛÇE

Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?

18/07/2026
Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin
CîHAN

Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin

18/07/2026
Şoreşa jinan li cîhanê deng veda
JIN

Kongra Star: Parastina destkeftiyên jinan berpirsyariyeke hevpar e

18/07/2026
Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.