Sîpan Şînda
Hestê edaletê hestekî bêsînor e. Ango hestekî gişgerdûnî ye û sînornenas e. Hest bendewariya edaletê li nava hemû civakan de bi hemû kesî re heye û bendewariya vî hestî jî di giyanê mirovî de ewqas payebilind e. Payebilindiya vî hestî ji bêsînoriya wî ango gişgerdûniya wî tê. Heke ev hest hat binpêkirin, li kû derê dibe bila bibe ferq nake, mirovê xwedîwijdan, xwedîexlaq û himge serê derziyê pîvanên mirovahiyê pê re heyî, diêşîne. Wan xembar dike û hindik be jî mejiyê wan bi pê ve mijûl dike giyanê wan nerihet dike. Lê mixabin em li erdnîgariyeke welê dijîn û di bin çar desthilatdariyên ewqas hov, zilimkar û ji mirovahiyê dûr ketîn dijîn, êdî mirov ji gelek hestan bêpar hêlane. Hestê edaletê hestekî pîroz e. Lê mixabin van pergalên hov ev pîrozî jî kuştine, bi vê re jî ne tenê hestê edaletê yê takekesî û herwiha yê civakî jî têk birine. Di warê takekesî de dibe ku hê hestê edaletê hebe û di giyanê hinek kesan de bijî, lê mixabin hestê edaletê yê civakî hema hema ji binî ji holê rakirine. Ev jî ji bo wijdan û hestên civakî yên hevpar xetereke pir mezin e. Ew pîroziya hestê edaletê û wijdana civakî ya hevpar civakê li ser piyan digire û kesan bi civakê ve girê dide. Lê mixabin desthilatdarên zordar bêedaletî ewqas di nava civakê de belav kirine û hestê civakê yê edaletê ewqas qels kirine û civak ewqas ji vê dûr xistine, êdî di derîvên herî xirab de û rewşên berbiçav de jî ev winda dibe. Jixwe heke wijdana civakê ya hevpar û hestê edaletê di nava civakê de bimire, ew civak bixwe jî êdî mirî ye.
Em berê xwe bidin mînakeke şênber û ti kes nikare vê bêedaletiyê veşêre. Malbata Şenyaşar ya ji Pirsûsa Rihayê, berî sê salan li ber çavê herkesî hat kuştin. Bi dehan şahidên kuştina wan, delîlên kuştina wan, hovîtî û wehşeta li ser wan hatî kirin hene. Ev sê sal in tişta nehatî serê yên ji ber komkujiyê felitîn jî nemaye. Mala xwe terikandin û ji bajarê xwe revîn, hatin girtin, gef li wan hatin xwarin, êrişî wan hat kirin, ji ber deriyê “dadgehên derew” hatin derxistin, hema heta niha tişta neanîn serê wan nemaye. Ev sê sal in kurek yê wan ji ber ku “ji komkujiyê xelas bûye” di girtîgehê de ye. Kujer û qatilên bav û birayên wî, yên emir dayîn diyar in, lê mixabin heta niha derheqê wan de ti lêpirsîn jî nehatiye vekirin. Jixwe heta ku ev pergal di vî halê antîdemokratîk de be wê neyê vekirin jî.
Lê ka em binêrin ev sê sal in di nava civakê de ji bo bêedaletiya li ser vê malbatê hatî kirin çi hewldanên edaletê çêbûne gelo? Qet. Civak di vî warî de kor û kerr e û wijdana civakê û hestê wê yê edaletê jî ketîne binê bîrên bêbinî û serê wan bîran jî bi perdên beton yên stûr hatine girtin. Mixabin ji xeynî hinek wijdan û bertekên takekesî di nava civakê de ti bertekên biqîmet heta niha derneketine pêş. Jixwe ti hêvî nîne ku derkeve jî. Çima? Ji ber ku hestê civakê yê edaletê miriye, wijdana wê ya hevpar jî nemaye. Heke ev bûyer li welatekî hestê edaletê heyî pêk bihata niha hikûmet deh caran têk çûbû û ew welat hejiyabû. Niha bi sedhezaran mirov derketibûn kolanan û ew qatil hatibûn darizandin. Lê mixabin ji bo vê yekê ti kes ne xwe ji cihê xwe diqelikîne û ne jî mûyekî ji xwe dişehitîne.






