Farûk Sakik
Rêber Apo di pirtûka xwe ya di sala 1994’an de ya bi navê ‘Li mûxatebekî digerim’ de di rûpela destpêkê de wiha dibêje: “Di esasê xwe de pirsgirêk ne ew e ka emê bibin mûxateb yan jî na, di vir de pirsgirêk ew e li Tirkiyê em mûxatabek nabînin.”
Di van rojan de serokê giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu di axaftina xwe ya dokûmanterekê de got, ‘di çareseriya doza Kurdî de mûxateb ne Ocalan e HDP ye û adresa çareseriyê jî Parlamento ye.’
Piştî van gotinan, ji her aliyî ve daxuyanî li ser daxuyaniyan hatin dayîn. Herkesî aliyek-kesek wek adresa çareseriyê nîşan da.
Herkesî ji bîr kir (kesên Îmraliyê adres nîşan didin jî) di sala 1993’yan de hat destnîşankirin ka mûxatebê aliyê Kurdan kî ye.
Serokomarê demê Turgut Ozal jî adresa çareseriyê Ocalan dîtibû û bi wî re ketibû nava danûsandinan. Qasid di navbera her duyan de diçûn û dihatin.
Di sala 1993’yan de dema doza Kurdistanê dihat nîqaşkirin, Ocalan agirbest îlan kiribû û herkes êdî li benda bersiva dewleta Tirkiyê bû.
Ozal hewl dida vê dozê bi Ocalan re çareser bike. Hin hewldanên wî yên ji dil jî hebûn. Lê ji aliyê hin hêzan ve Ozal hat kuştin. Bi kuştina wî derket holê ku mûxatabê Tirkiyê ne serokomar e.
Ocalan piştî vê yekê digot mûxatabê aliyê Kurdan tê zanîn lê yê Tirkiyê nayê zanîn. Piştî vê bûyêrê ketibû nav lêgerînekê û li mûxatebekî digeriya.
Ji damezirandina Komara Tirkiyê hetanî roja me her tim xwestin mûxatebên aliyê kurdan yên esas tine bikin an jî hin kesên ne mûxateb wek mûxateb nîşan bidin.
Lê di van 40 salên dawî de êdî Kurdan tevan mûxatebê vê dozê Ocalan nîşan da. Dem bi dem dewleta Tirkiyê jî ev yek qebûl dikir. Mînak:
Sala 1993’yan pêvajoya agirbestê û banga aştiyê.
Sala 2009’an salên hevdîtinên Osloyê
Sala 2013’an destpêka mûzekereyên Îmraliyê
Û di gelek hevdîtinên veşartî yên nehatîn eşkerekirin de Ocalan aktorê sereke bû.
Têkoşîna Kurdan ya sala 2021’ê dewleta Tirkan anî radayeke wisa ku herin ber deriyê Îmraliyê.
Armanca wan ne çareserkirina doza Kurdistanê bû. Armanc qeyrana siyasî, civakî û aborî ya Tirkiyê ku kûr bûbû bidin jibîrkirin.
Sedemeke din jî hilbijartin di rojevê de bûn û hêza ku qedera siyaseta Tirkiyê destnîşan bike jî HDP bû. Herkesî ev hêz dît û bi dû ketibûn.
Ji bîr dikin ku ev hêz parçeyek ji têkoşîna Tevgera Azadiyê ye. Piştî ku PKK hat damezirandin li dora wê bi dehan sazî, rêxistin, partiyên legal û îlegal hatin avakirin. HDP jî ji van saziyan yek e. HDP baş dizane ku bi serê xwe û bê Rêber Apo nikare di meclisê de vê dozê çareser bike. Lewra ew der dîwana Guran e. Li Meclisê îro jî zimanê kurdî wek zimanekî nehatî fêmkirin an jî wek ‘X’ derbasî arşîvan dibe. Gelo wê ev meclis doza Kurdistanê çareser bike?
Ocalan di pêvajoya mûzekereyan de dixwest tevayiya biryaran wek qanûn ji meclisê derbas bibin. Wan ev yek nexwest û pêvajo bi dawî bû. Piştî demekê jî tecrîdê dest pê kir.
Ev yek hat zelalkirin ku mûxatebê aliyê Kurdan Ocalan e. Nuqte…
Lê pirsgirêk di mûxatebê aliyê Tirkan de heye. Mûxateb her tim veşartî ye. Nayê zanîn ka dewleta kûr e an jî hêzeke din e. Ev hêz carna mûdaxaleyî pêvajoyê dike û dîsa vedikişe taritiya xwe.
Ji bo vê yekê Rêber Apo digot, “Ez li mûxatebekî digerim”






