Ednan Mustafa
Di ser aloziya Sûrî re 10 sal derbas bûn. Di şerê li Sûrî de, nêzî 10 milyon hemwelatî koçber bûn û nêzî 3 milyonî di navbera kuştî û windahiyan de aqûbeta wan ne diyar e. Di encama şer û pevçûnan de, ji sedî 70 jêrzemînê Sûrî (bûnya tehtî) ya bajar û bajarokan hatiye xirakirin. Şebekeyên avê û torên eletrîkê beşeke mezin xira bûne û beşek jî rastî talan û diziyê hatiye. Eger gotin di cih de be, welatiyên Sûrî, welatê di binê enqaz û bermahiyên şer de mayî tê pênasekirin.
Di tabloyeke wiha ya Sûriyê de bi giştî, peydakirina, pariyekî nan, litreyeke sotemeniyê û pêwîstiyên jiyanê qiraltiya wê rojê ye. Bi rewşa peralel ya Sûrî, li hermên Sûrî û Rojava yên di binê dagîrkeriya tirkî de, rewş ji ya rêjimê ne çêtir e. Rojane kuştin, revandin û desteserkirina mal û milkên welatiyên van herêman, rewşên ku em jê ne biyanî ne dibin. Dîsa guhertina demografîk ya herêmên di binê dagîrkeriya tirkî de, dide nîşandan ka rewşa Sûrî gihatiye kîjan astê û wê ber bi kû ve biçe. Li hemberî rewşa herêmên di binê desthiladariya rêjima Bas û herêmên din yên dagîrkeriya çeteyên Tirkan û hikumeta AKP’ê de, li bakur û rojhilatê Sûrî rewşa gel cihê aramî û serfiraziyê ye.
Lê wisa diyar e aramî û pêşketinê li herêma bakur û rojhilatê Sûrî li xweşiya hin aliyan naçe. Di serî de dagîrkeriya tirkî û hevalbendên wê PDK’ê û ENKS tên. Dagîrkeriya tirkî di şerê 10 salan yê li dijî îradeya gelê rojavayê Kurdistanê de ti rêbazên bi kar neanîn nemane, ji dagîrkirina bajarê Efrîn, Serê Kaniyê bigire heyanî Girê Sipî. Hemû rêbazên şerê pskolojîk li dijî civaka Rojava dan meşandin û didin meşandin. Çeteyên sûrî û malbatên wan hatin birêxistinkirin û li dijî Kurdan hatin sorkirin û bi riya wan dest danîn ser mal û milêk gelê Kurd yên li herêma Serê Kaniyê û Efrînê. Lê wisa diyar e dagîrkeriya tirkî bi vê yekê têr nebû û nekarî dawî li vîna şoreşa Rojava bîne û tine bike. Ji ber wê di demên dawiyê de bi taybetî giranî daye ENKS’ê û bi riya wê polîtikeyên xwe yên nîvcomayî dixweze temam bike.






