Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Derveyî exlaq her tişt heye!

26/09/2021
in QUNCIK NIVÎS
A A
Pirsgirêk rêbaz e, ne azadiya gelan e
Share on FacebookShare on Twitter

Idrîs HENAN

Bi Efxanistanê re sinyala serdemeke nû ya hegemonyayê pê ket. Çawa ku bi bûyerên li NewYorkê re di binê navê şerê li hemberî terorê de serdemeke dagîrkeriya fîzîkî, avakirina blokên nû û hevlabendiyên li gorî pêdiviyên wê demê dest pê kirin, îro jî, piştî 20 salan bi Efxanistanê re qonaxa blok û hevalbendiyên berê hildiweşin û li şûna wan hevsengiyeke nû ya hegemonya tê avakirin. Taybetmendiya vê serdemê; li her derê kêşeavakirin û alozîkûrkirin e.

Her kes dihizirî ku piştî deh sal di ser aloziya Sûriyê û herêmê re derba dibin, wê deriyên çareseriyên siyasî li ser piştê bên vekirin. Lê xuya ye vemirîna findekê li vir û yeka din li wir, nayê wê wateyê ku agirên heyîn wê tev vemirin. Berovajî wê, eger tîn, germayî û pileya wê li derekê kêm dibe, teqez li cihekî din ter û hişkan tevan dişewitîne. Lewra hegemonya wisa ye, nikare bê alozî û skandalan bijî. Ji ber wê bênavber di nava hewldana peydakirina dijminên nû de ye.

Piştî Efxanistanê nîqaşên vekişîna ji herêmên din zêde bûn. Li rex van nîqaşan blokeke nû ya “Anglosakson” (Waşînton, London, Ottawa, Kanbira) dihat avakirin. Vê bi xwe re rastiya hevalbendiya bi hegemonyayê re û cewherê têkîliyên ku dewlet-neteweyê ava dike, diyar kir. Bi gotineke din; bi vê blokê re kêşeya Fransa bi Amerîka û Awustralya re bi ser avê ket. Mesele ji qezenceke aborî zêdetir, tevî ku têkîliyên hegemonyayê li ser bingehê qezenca zêde ne, naveroka têkîliyên stratejîk ya di navbera dewletên hevalbendên hev de eşkere dibe.

Bi vekişandina balyozên Fransa ji DYA û Awustralya, maska serdestiya li ser bingehê xesbê hatiye avakirin diweşe û rûyê qirêj yê hegemonya eşkere dibe. Careke din isbat dibe ku derveyî nirxên demokrasiyê yên wekhevî û edaletê, tiştek nikare têkiliyeke derveyî menfe’etê ava bike. Dema berpirsên YE radigihînin ku êdî dema avakirina artêşeke Ewropa hatiye, tê wê wateyê ka çiqas têkîliyên bi navenda hegemonîk re hatîn çêkirin, -tevî ku demdirêj, dûr û kûr in- lê ti carî nikarin stratejîk bibin. Çawa ku sîstema hegemonîk bixwe nikare heta dawiyê bimîne û weke sîstemeke gelan stratejîk be, têkîliyên wê jî, ji bo jiyaneke azad û birûmet, nikarin zindî û stratejîk bin.

Li aliyê din vekişandina batariyên moşekên Patriot ji Erebistana Siûdî, derxistina navê tevgera Hûsiyên Yemenê ji lîsteya terorê û sizakirina dewleta Misrê, hemû jî nîşaneyên ‘stratejiya’ sîstema navendî ne. Di demekê de ku bi salan e Siûdî li hemberî Hûsiyên Yemenê şer bi rê ve dibe û tevî ku Erebistana Siûdî hevalbenda sereke ya DYA ye, lê ji nişkê ve û di binê navê parastina ewlehiya sivîlên Yemenê de batariyên moşekên Patriot jê dikişîne û ewlehiya sivîlên Siûdiyê dixe xeterê! Di heman demê de ji 300 milyon dolarên alîkariya ji Misrê re, DYA dest datîne ser 130 milyonan ku istiqrara aborî û civakî ya wî welatî rûbirûyî kiryar û destdirêjiyên Ixwan Elmûslimîn dihêle?!

Di encamê de pêwîst e bê zanîn ku bingeheke stratejîk ya têkiliyên bi navendên hegemonîk re nîne. Gotinên di platformên navneteweyî yên weke NY de tên kirin jî bê tewazin û derewên herî mizin in. Di bingehê rêveberiya desthilatdariyên navendî de xapandin, çewisandin û taktîkên ku her tiştî mubah dikin hene. Bi gotineke din; derveyî exlaq her tişt heye.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘KNK navê yekîtiya gelê Kurd e’
ROJEV

KNK’ê salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê pîroz kir

18/07/2026
Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?
NÛÇE

Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?

18/07/2026
Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin
CîHAN

Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin

18/07/2026
Şoreşa jinan li cîhanê deng veda
JIN

Kongra Star: Parastina destkeftiyên jinan berpirsyariyeke hevpar e

18/07/2026
Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.