Gulîstan Xalid
Rêber Abdullah Ocalan ji bo azadiya gelê Kurd û rastiya bindestiya li kurdistanê derket ser rê. Ji zaroktiya xwe ve li hemberî sîstema dagîrker nakokiyên dijwar pê re çêbûn. Teemenê xwe tev yê ji zaroktiyê heta ciwantiyê li sedemên rastiya vê sîstemê û rewşa gelê Kurd geriya. Ji Kurdistaneke bindest dest bi gera li azadiya civaka gelê Kurd kir û ber bi mirovatiyeke bindest ve ku pêwîstiya wê ya azadiyê heye, serwext bû. Rêber Apo dema dît ku azadî pirsgirêka mirovayiyê tevê ye, ji bo tevayiya mirovayiyê fikrên azad û rê û rêbazên jiyana azad dan nîşandan.
Beşeke mezin ji gelê Kurd jî bi salan e bi pêşengiya tevgera azadiyê û di binê bandore firkên Rêber APO de li her çar parçeyên Kurdistanê vê têkoşînê dide meşandin. Şoreşa Rojava jî weke mînaka avakirina sîtemeke bedîl ya li hemberî sîstemên ku gelan dikin dijminên hev û bera hev didin. Şoreşa Rojava berûvajî van sîsteman, modêla sistemekê ye ku tevayiya gelên li herêmê bi hev re li ser bingehekî wekehev, azadiya cudayiyan û çandan pêş dixe, di binê bandore fikrên Rêber Apo de pêş ket.
Gelê Kurd di têkoşîna azadiyê û şoreşa Rojava de jî li gel ku gelek bedelên giranbiha di vê rê de dane, hê jî bi israr in û bedelan didin ber çavan. Lewra bi saya fikrên Rêber APO baş têgihiştine ku têkoşîna azadiyê egereke bingehî ya parastina hebûneke azad e. Nexasim dema ku dibîne dijmineke weke dewleta tirkî ji bo qirkirina gelê Kurd di her alî de êriş dike, têdighîje ku xelasiya ji vî dijminî bi têkoşîneke rêxistinkirî û berxwedanê pêkan e.
Pêngava ‘Dem Dema Azadiyê Ye’ berî salekê dest pê kir, ku di serî de azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, roxandina faşîzmê û qedandina dagîrkeriyê hedef e. Ev jî israr û helwesta her Kurdê azad û xwedîrûmet e. Îro piraniya gelê Kurd baş têgihiştine ku azadiya Rêber Apo azadiya gelê Kurd e.
Pêngava ‘Dem Dema Azadiyê ye’, helwesta her Kurdî ye ku rastiya dijminê xwe baş faam kiriye û bi nirxên xwe yên weke civakeke azad ve girêdayî ye. Bi dagîrkirina cihên herî dawî ku di dîroka nêz de pêk hat (weke Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê), rastiya siyaseta dagîrkeriya qirker, ya ku ne ji bo destdanîna ser cih û warên Kurdan tenê ye, di heman demê de armanc ew e ku gelekî bi tevayî ji holê rake, bi awayekî pir eşkere raxist ber çavan. Kurdê bi rûmeta xwe ve girêdayî, bindestî û dagîrkeriyê qebûl nake û azadiyê bi nirx dibîne, bi ‘Pêngaa Dem Dema Azadiyê Ye, israra xwe ya xurtkirina têkoşînê heta serkeftinê nîşan dide.






