Binefş Sarya
Hin dever hene ji bo mirovan dibin cihê watedayîna jiyanê. Ya rast çiyayên Kurdistanê hemû jî xwedîbedewiyên bihuştî ne. Yek ji van warên xweş û cihên ilhamê û evîndariya xwezayê çiyayê Metîna ye ku dikeve herêma Behdîna. Di nava gerîlayan de Metîna cihekî nerm û bi axa xwe ya sor tê nasîn, yan jî binavkirin. Li vî warî her çar werzên salê jî xwe bi reng, bedewî, narînî û delaliya xwe berdidin kurayiya dilê mirovan. Ev herêm zivistanê xwe bi kirasekî spî weke periyan dixemilîne, biharan ji xwe dibe baxçeyê kulîlkên Nîsan û Gulanan. Mehên havînê her gundê Metîna bi baxên xwe yên fêkiyan dibe sifra bihuştê û Payîzê xwe bi tevayiya rangên xwezayê dixemilîne. Mehên payîz û biharê serê Metîna bi mijeke spî tê pêçan, newal, gelî, kendal û dolên wê kombûna rangan tevan di nava xwe de dicivîne. Ev herêm ne bi bedewiya xwezayê tenê tê xemilandin, yên ku vê xemla wê temam dikin û bi hebûna xwe dixemilînin bêguman gerîlayên Kurd in. Metîna yek ji deverên ku cara yekê kombûna jinan tê de hatiye avakirin û di dîrokê de malvaniya artêşbûna jinên Kurd kiriye. 8’Adara 1995’an li gundê Gulka bi amedebûna 340 gêrîlayên jin kongerya jinê ya yekê tê lidarxistin. Jinên di vê kongereyê de amede bûyîn navê vê şkeftê dikin perestgeha jinan. Piştî salên dirêj gerîlayên li vê herêmê diman ji wê şkeftê re digotin şkefta YAJK’ê. 340 jinên di kongreya yekê ya artêşbûna jinan de amede bûyîn piştî kongreyê li herêma Behdîna, Botan, Serhed û Dersimê belav dibin. Berî ku gerîlayên jin dest bi kongereya xwe bikin careke din bi alîkariya PDK’ê dewleta tirkî li dijî gerîlayên azadiyê bi navê “Opersyona Çelik” dest bi dagîrkirina çiyayên Kurdistanê kiribû. Delegeyên beşdarî vê kongereyê bûyîn, piştî kongreyê li gorî derfetên heyîn li qadên têkoşînê belav dibin û li dijî dagîrkeriyê beşdarî şer dibin. Ew jin ne damezrînerên artêşa jinan tenê bûn, di heman demê de bingehê berxwdan, partîbûn û serkeftinên jinan di wan salan de bi awayê herî xurt danîn. Eger îro li her devera Rojhilata Navîn jin li hemberî her cure desthilatdarî û hişmendiya mêr-dewletê serî hildide û li ber xwe dide bêguman ji mîrasa wan jinan tê. Îro jî li heman qadê li heman deveran gerîlayên azadiyê, şervanên heqîqtê ji bo azadiya gelan bênavber di nava berxwedanê de ne. Em îro baştir dibînin ku “dîrok di roja me de, em di destpêka dîrokê de veşart îne.” 23’yê Nîsana 2021’ê careke din bi hevkariya PDK’ê dewleta tirkî dest bi dagîrkerî û êrîşan kir. Gerîlayên sala 1995’an ev qad parastîn û bûyîn hêviya jinê û gelê cîhanê, îro careke din li heman deveran bi çeka destê xwe dîrokê dinvîsin û ji tevayiya gelên bindest re dibin hêviya jiyana azad. Metîna ne sirf parêzgeha gerîlayan e, di heman demê de yek ji deverên herî xweş yên başûrê Krudistanê ye. Dema mirov li ser çiyayên Metîna digere mirov wisa pê dihise ku li ser zemîna buhiştê ye. Eger mirov here Metîna û ji Kanîreşê avê vemexwe wê demê ti wateya çûna wê derê namîne. Eger rojekê riya we li çiyayê Metîna warê gerîlayan bikeve, bila li bîra we be, teqez pêwîst e hûn herin ser Kanîreşê û kulmek ava jiyanê vexwin.






