Piştî derketina Amerîka ji Efxanistanê li Rojhilata Navî liv û tevgerê dest pê kir. Gelek dewlet sedana başûrê Kurdistanê dikin. Îran, gefê li hêza rojhilatê Kurdistanê dixwe herêmên sînorê Başûr bombebaran dike. Dewleta tirkî kiryarên xwe yên kuştinê derbasî Silêmaniyê kirin. Niha baştir eşkere dibe ku Amerîka û NATO destek dane konsepta tastiye û tinekirina PKKê. Lewra Tirkiyê evqas kuştin kirin, ji Şingalê heta Mexmûrê û heta Rojava êriş kirin, lê Amerîka û NATO dengê xwe nekirin. Tirkiyê bi desteka girtî tevlîhevkirina herêmê û kuştinên xwe didomîne.
Van rojan li eniya Rûsya jî liv û tevger xuya dike. Nûçeyên ku li ser Idlibê êrişên hewayî hene zêde bûn. Weke din Beşar Esed çû Moskova. Piştî wê nûnerên MSDê vexwendin. Vexwendina heyetek ku Ilham Ehmed jî di navê de bû li gorî zeman bal kişand. Tê gotin wê hevdîtina Amerîka-Tirkiyê û hevdîtina Amerîka-Rûsya çêbin. Weke din ji fermandarên giştî yên Amerîka Mc Kennzi jî li Rojava bi nûnerên QSDê re hevdîtin kir. Dubare kirin ku wê piştgiriya QSDê bidomînin. Lewra li herêmê di nava gelan de her ku diçe bêbaweriya bi Amerîka pirtir dibe. Amerîka pêwîst dibîne ku bêje emê li herêmê bimînin û baweriyê bidin. Di nivîsa xwe ya borî de ez li ser helwesta Rûsya rawestiyabûm. Di vê nivîsê de jî pêwîst dibînim hinekî behsê bikim. Rûsya her tim dixwaze Kurdan bîne ser riya xwe. Ji ber wê her tim li hemberî Kurdan gefa Tirkiyê ya dagîrkirinê bi kar tîne. Her tim wezîrê karê derve yê Rûs dibêje Amerîka dixwaze dewletekê bi kurdan bide avakirin. Rûsya hem rêveberiya Şamê hem Tikiyê gur û geş dike. Dixwaze nîşan bide ku Kurd cudaxwaz in û hevkarên Amerîka ne. Dibêje bawerî bi Amerîka nayê weke li Girê Spî û Serê Kaniyê wê dev ji Kurdan berde û rê ji Tirkan re veke. Lê nabêje ku Rûsya jî heman tişt kiriye, leşkerên xwe ji Efrînê kişandine û qada hewayî ji Tirkan re vekiriye. Baş e, bila Kurd baweriyê bi Amerîka neynin, lê wê çima baweriyê bi Rûsan bînin. Ka Amerîka çi kir, Rûsya jî li Efrînê heman tişt kir. Tirkan li ber çavê Rûsya 58 rojan ji erê û hewa ve êriş kir. Bi sedhezaran mirov ji warê wan derxistin. Li Efrînê heta niha jî sûcên dijmirovî dewam dikin. Rûsya heta niha dengê xwe nekiriye.
Her ku Rûsya bi Tirkan re hevkarî kir aloziya li Sûriyê kûrtir bû. Em niha dibînin ku li hemberî Şamê di binê navê ‘Artêşa Sûriyê ya Milî’ de ser sed hezarî re çekdar bi rêxistin kirine. Her kes dizane ku Amerîka Tirkiyê û van hêzan destek dike. Eşkere ye ku ya li Idlibê El Nusra diparêze Tirkiye ye. Wê demê Rûsya neçar e bi Kurdan û rêveberiyên xweser yên li bakur-rojhilatê Sûriyê re hevkariyeke bibandor bike. Lewra di serî de Kurd ti kes naxwaze ew û Rûsya werin hemeberî hev, yan jî pê re şer bikin. Weke din hatina Rûsya ya van herêman qebûl kirin. Herwiha qebûl kirin ku di navbera wan û Şamê de navcîtiyê jî bike. Daxwaziya Kurdan ya cudabûnê li aliyekî, projeya xwe ya federasyonê jî paş ve kişandin. Ji bo hêsankirina çareseriyê projeya xwe ya xweseriya demokratîk, di serî de Rûsya bi her kesî re par ve kirin. Kurdan xwest nasnameya wan ya neteweyî û mafê wan bên naskirin. Kurdan ne ji bo xwe tenê, ji bo seranserê Sûriyê projeya xwe ya xweseriya demokratîk parastin. Gotin, Sûriye êdî weke berê nikare xwe bi rê ve bibe û divê dev ji navendîtiya hişk berde. Digel vê helwesta Kurdan Rûsya hê wan sûcdar dike. Ev neheqî ye. Kurdan bi Amerîka re li hemberî DAIŞê şer kir. Berî Amerîka eger Rûsya bihata alîkariyê Kurdan red nedikir.
Nûnerê Pûtîn, Bogdanov, dibêje Kurd di nava xwe de ne yek in. ENKS û yên din nêrînên wan cuda ne. Weke din qismek ji Kurdan li cem Amerîka ne û qismek jê bi Qendîl ve girêdayî ne. Baş e çi pirsgirêka Bogdanov bi Qendîl re hey? Weke din Rûsya PKKê terorîst nabîne. Û PKK jî ne li dijî navcîtiya Rûsya ye. PKK ji Kurdên Sûriyê re nabêja li cem Amerîka bin. Li şûna ku Bogdanov vê teqdîr bike, çawa ku tişteke ters hebe nîşan dide. Filistînî jî ne yek in. Hemas heye, partiyên din hene. Lê doza Filistînê li NY û saziyên din li gorî partiyan nayê nirxandin. Pirsgirêka Kurdan jî wisa ye. Bêguman yekîtiya Kurdan çêbe wê pir baş be û wê xurt bibin. Lê ji ber ku Kurd nabin yek wê mafê wan neyê qebûlkirin? Siyasetvanên weke Bogdanov, li şûna ku nakokiyên Kurdan û şertên xwe bi ser wan de bisepînin, divê li wê binêrin ka wê çawa ji çareseriyê re bibin alîkar. Bendewariya Kurdan û civaka Sûriyê ev e.






