Rojnameya Ronahî

Ti kes nikare koka me rake!

Ne çanda me tenê ye, ev çanda jinên Kurd e jî em bi hev re lê xwedî derdikevin. Ji ber ku em ji berê ve bi hev re dijîn, vê bandor li cilûbergên me jî kiriye. Çandeke me ya hevpar heye.

Jinên Ereb, nexasim yên temenmezin, çanda xwe ya cilûbergên gelêrî diparêzin. Ji berê ve jinên Ereb di çêbûna bûyereke bi êş yan xemgîniyekê de, cilên reş ku ji kiras û hebarî pêk dihat, li xwe dikirin. Hinek dayîkan jî di dilê xwe de sond dixwar ku heta mirinê li xwe bikin. Cilûbergên Ereban jî ji kiras ango zibûn û hebarî pêk tên. Cemîla Hatim ya ji Til Temir ya Kantona Hesekê ya bakur û rojhilatê Sûriyê, 65 salî ye. Ew heta vê kêliyê jî li cilûbergên xwe yên gelêrî xwedî derdikeve. Di heman wextê de jî Cemîla jineke dengbêj e û dengê wê yê zelal yê ji nava dilê wê, weke zengil e.

Her qermîçok bi dehan serhatî ne

Cemîla bi hesreta rojên berê dibêje, me ji çinîn û berhevkirina pembû û dagirtina bendekan dest pê kiriye, heta paleyiya genim bi dasan, xwedîkirina pez, çêlek û mirîşk û gelek karên gundan û li nava erdan me dikirin û em bi westana xwe jî nedihesiyan. Berê û niha jî ez barê xwe navêjim ser ti kesî, her ez barê xwe hildigirim û xwedî li xwe derdikevim û ti carî hêza xwe ji zilaman nagirim. Ji ber ku niha jin di her warî de pêşengiyê ji civakê re dikin. Jin nifşan hemûyan perwerde dikin û aboriya civakê birêkûpêk dabeş dikin, pergala parastinê ava dikin. Hûn van qermîçokên rûyê min dibînin? Ev keda bi dehê salan e. Ev qermîçok şahidiya gelek êş, azar, ked û têkoşîna min dikin. Her qermîçok, bi dehan serhatiyên veşartî, nexasim yên xizaniyê û şer dibêjin.”

Hebarî çanda jinên Kurd e jî

Cemîla wiha behsa cilûbergên gelêrî yên jinên Ereb dike: “Her netewe bi cilûbergên xwe yên gelêrî tê nasîn. Jinên Ereb jî bi kiras ango zibûn û hibriya li dora serê xwe, tên nasîn. Ev çand heta niha heye, lê nifşên nû, kêm xwedî li vê çandê derdikevin û modeya kapîtalîzmê bandorê li wan dike. Berê şermeke pir mezin bû ku jin bê zibûn li bejna xwe bikin û hibriyê bidin serê xwe, derkevin derve. Lê ne çanda me tenê ye, ev çanda jinên Kurd e jî, em bi hev re xwedî li vê çandê derdikevin. Ji ber ku em ji berê ve li herêmê bi hev re dijîn, vê yekê bandor li cilûbergên me jî kiriye. Çandeke me ya hevpar ya cilûberg, amûr û tiştên din heye.”
‘Va ye, ya şawî hat’

Cemîla behsa çûna xwe ya ber bi Lubnan, Humis û Tertûsê ve dike û wiha dibêje: “Ez berî niha çûm Lubnanê, zêdetirî 10 salan li wir mam û em li wir dixebitîn. Li wir min cilên xwe neguhertin. Çawa ez rêzê ji cilên wan re digirim, divê ew jî rêzê ji çanda min re bigirin. Dixwestin ez çebonekî dirêj û kenzeyekî bi ser de li xwe bikim û wisa derkevim, lê min ev qebûl nedikir. Ji ber wê gotinên sivik ji min re digotin, carê digotin ‘Va ye, ya şawî hat.’ Şawî jî bi maneya, ya ji dinyayê tiştekî fêm nake ye. Tevî ku ez li Humis û Tertûsê jî mam, min cilûbergên xwe yên gelêrî neguherandin û rojekê jî ji wan dûr neketim.”

Dengê bilûra wê li çiyan bilind dibû

Cemîla di heman wextê de jineke dengbêj e: “Di civaka Ereb de, dengbêjî li pêş e, ji zarokan heta kal û pîran. Hemû xwedî dengê zêrîn in.

Dema ku ez 20 salî bûm, her li ser çiya û li newalan bûm, min pezê mala dayîka xwe diçêrand û şivantî dikir. Hingê min ji bedewiya çiyayan û xwezayê ilham digirt û li bilûrê dixist. Dengê bilûrê bi bilindbûna çiyayan re dibû yek û kela dilê min pir xweş radikir. Nexasim biharê, di nava xwezaya bedew de û dengê bilûrê, tiştekî pir cuda derdiket holê.”

Cemîla di dawiyê de wiha dibêje: “Şer bi ser me de bê sepandin jî, emê li ber xwe bidin. Em xwedî ruh in û ruhê me bi axa me re bûye yek û ti kes nikare koka me rake. Emê li çand û zimanê xwe xwedî derkevin û mayînde bikin.”

JINHA