Rojnameya Ronahî

Li Sûrî çi diqewime?

 Farûk Sakik

Di van rojan de li Sûrî gelek geşedanên siyasî pêk hatin.

Di 13ê Îlonê de serokê Sûrî Beşar Esad, li Moskova bi Vladîmîr Putîn re hevdîtinek pêk anî.

Rêveberiya xweser ya bakur rojhilatê Sûrî bi heyetên Amerikan re hevdîtin kirin.

Li gorî hin agahiyan ji Reveberiya Xweser hin kes derbasî Rûsya bûne.

Civîneke istixbarata Sûrî û Şamê jî li Baxdayê pêk hat. Ti kes nizane ka çi biryar hatine girtin.

Tevgerek jî li herêma Dera çêbû. Di navbera artêşa Sûrî, milisên Îranê û mûxalifan de şer derket. Ji 2018’an ve cara yekê ye ku li wê derê ewqas tansiyon bilind bû. Lê bi navbeynkariya Rûsya agirbest hat ragihandin.

Em ji hevdîtina Pûtîn û Beşar dest pê bikin: Piştî şerê Sûrî ev cara sisiyan e ku Beşar Esad diçe Moskova. Di hevdîtinan de, herêmên di binê kontrola mûxalifan de ne wê çawa bikevin binê kontrola artêşa Sûrî hat axaftin. Behsa Idlib, Efrîn û Cerablûsê kirin. Serê Kaniyê û Grê Sipî hat jibîrkirin. Pûtîn digot, pirsgirêka herî mezin hebûna hêzên biyanî ye. Behsa Tirkiyê û Amerikayê dikir.

Piştî şer dest pê kir ji bo Beşar Esad, ji Rûsyayê alîkariya herî mezin di sala 2015’an de hat. Ji wê demê ve artêşa Sûrî gelek herêmên di destê mûxalifan de paş ve girtin. Beşar Esad bi vê alîkariya Rûsyayê desthilatiya xwe jî mîsoger kir.

Yek ji sedemên ku Rûsya di sala 2015’an de li hewara wan ve hat jî, kontrolkirina Idlib û Efrînê bû.

Di pêvajoya şer de, hemû mûxalif li Idlibê kom kirin. Li ser Idlibê di sala 2020’an de agirbestek hat îlankirin û ji wê demê ve ye, ne Rûsya ne jî Rejimê êrişî vê derê nekir.

Lê hin niyet û hesabên Tirkiyê jî li ser Idlibê hebûn. Turkiyê ti carî têkiliyên xwe ji mûxalifan qût nekirin. Dixwest di roja çareseriya şerê Sûrî de wek qozekê bi kar bîne.

Di van demên dawî de jî, Tirkiyê ji Rûsya xwest ku bi hev re operasyonekê li dijî HTŞ’ê li dar bixin lê Rûsya ev yek qebûl nekir.

Hevdîtina 13’ê Îlona 2021’ê û daxuyaniyên piştî hevdîtinê, didin xwuyakirin ku Rûsya û Şam, bi israr in herêmê ji mûxalifan û hêzên çektar yên biyanî paqij bikin. Her du dewlet wê bi serê xwe ev yek bikirana.

Dewleta Tirkan ev niyeta wan dît û ji her alî ve hewl dide daxilî pêvajoya Sûrî ya îro bibe.Her çiqas istixbaratên Şam û Enqerê hatibin cem hev jî, wê Şam bê Rûsyayê ti carî bi Turkiyê re nekeve nava danûsandinan.

Rûsya ji 2017’an ve dizane herêmên dewleta Tirkan dagîr kirine, eskerên xwe bi cî kirine û naxwaze ji wê derê derkeve. Rûsya hewl dide ku destûrê nede Turkiye hin deverên din dagîr bike û tavilê ji heremên dagîrkirî derkeve.

Ne Tirkiye tenê di heman demê de Îran jî hatiye ekartekirin. Îranê dema ku ev yek dît xwest hêz û statûya xwe ya Sûrî li hemberî Rûsyayê biparêze. Rejima Şamê, ji her du aliyan, Rûsya tercîh kir. Wisa ku dema operasyonên fûzeyan yên Îsraîlê dest pê dikirin, Sûriye radarên xwe yên parastinê digirtin.

Em vegerin ser rewşa Kurdan; Kurd van hemû liv û tevgeran, ji nêz ve dişopînin û roj bi roj dîplomasiya xwe xurttir dikin.

Li bakûr û rojhilatê Sûrî hebûna Amerîka rastiyek e û Rêveberiya Xweser jî li gorî wê tev digere. Tirkiye dema ji Rûsya ti germahî nedîtin, vegeriya endambûna xwe ya NATO’yê û anî bîra Amerikayê.

Heta îro jî ji aliyê Amerika ve ti lembeyên kesk ji Tirkiyê re nehatine pêxistin.

Dewleta Tirkan ya dagîrker vê carê ket davikan. Dîplomasiya Kurdan ew xist nava tengezariyek wisa êdî nikare tev bigere.