HPG’ê diyar kir, li navçeya Gever a Colemêrgê di çalakiyên gerîla de 12 leşkerên Tirk hatin kuştin. Li Wanê jî di çalakiya YJA Starê de leşkerek hate kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla yên li Colemêrg, Wanê ev agahî da:
“Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de, 28 û 30’ê Hezîranê li gelek herêmên navçeya Gever a Colemêrgê çalakî kirin. Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan;
28’ê Hezîranê saet 19:40’î, li dijî bendeke kontrolê ya dagirkeran a li gundê Şirvanê û girekî ku ewlekariya benda kontrolê bû, çalakiyek hate kirin. Derbên giran li benda kontrolê û çeperên li ser gir ên dijmin hatin xistin û di encamê de 5 leşkerên dijmin hatin kuştin.
Hêzên me 30’ê Hezîranê saet navbera 08:30 û 13:00 li dijî dagirkerên li ser girê Bayê çalakiyên sûîqestê kirin. Di encama çalakiyan de 2 leşkerên dijmin mirin.
29’ê Hezîranê hêzên me li leşkerên li ser girê Deriyê Cefer xistin. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê li qada Deriyê Xizê dest bi operasyonê kir. Roja 30’ê Hezîranê saet 15:00 li dijî yekîneyeke operasyonê çalakiya sabotajê hate kirin. Bi qasî hate zelalkirin, di çalakiyê de 5 leşker mirin.
Di çarçoveya Pêngava Serketinê ya Şoreşgerî de hêzên me yên YJA Starê roja 29’ê Hezîranê saet 15:40’î, li dijî leşkerên li ser girê li ber qereqola Gulizerkê ya navçeya Ebex a Wanê çalakiya sûîqestê kirin. Di encamê de leşkerekî dijmin mir.






