Idrîs HENAN
Pêvajoya çareseriya aloziya li Sûriyê di gelek stasyonên navxweyî, herêmî û navdewletî re derbas bû. Bi asêmayîna şêwazên lihevkirina hundir re, insiyatîfa Yekîtiya Ereban ya 2yê Mijdara 2011’an qeyran ber bi herêmbûyînê ve bir. Jixwe pişt re reaksyonên dewletan yek bi yek aloziya li welêt ber bi navdewletbûyînê ve dibirin. Ji aliyê xwe ve tundiya helwesta Fransa û Qeterê, serdana wezîrê karê derve yê Tirkiyê Ehmed Dawûdoglo û hewldana dabeşkirina desthilatdariya li Sûriyê bi Ixwan Elmislimîn re, pişt re boykota Erebistana Siûdî û bangên dûrketina Esed ji desthilatdariyê yên serokê DYA Obama û serokwezîrê Ingilistanê Kamîron, hiştin ku hêdî hêdî qeyrana li welêt sînorên herêmî jî derbas bike. Bi vetoya 4ê Cotmeha 2011’an ya li Konseya Ewlekariyê re, helwesta Rûsyayê jî zelal bû. Tezên blokbûnên li ser axa Sûriyê xuya dikirin aliyên dijberên hev li Sûriyê ber bi tundbûn û xwebihêzkirinê ve diajotin. Rejima desthilatdar pala xwe da piştgiriya Îran û Rûsyayê, aliyên “rikber” jî difikirîn wê heman senaryoya Lîbya li Sûriyê jî pêkan be.
Di wê navê de tevgera Ixwan Elmislimîn ku bi piştgiriya Tirkiyê li herêmê tev digerî bi desteka “Deklarasyona Şamê” û bi biryara “Meclisa Şêwrê” yê cema’etê re, tevgera li Sûriyê di Cotmeha 2011’an de bi çek kirin. Ango du eniyên piştgiriyê ava bûn. Rûsya, Îran û Hîzbûlah piştgiriya rejima Sûriyê kirin. DYA, Fransa, Tirkiyê û Qeter piştgiriya çekdaran dikirin.
Tevî vê bizava navdewletî û herêmî, aloziya Sûriyê hundirbûna xwe jî ji dest neda. Ji wir û pê ve û bi mûdexeleyên hêzên navneteweyî re “Deklarasyona Cenevre 1” a 30ê Hezîran 2012’an derket. Lê piştgiriya DYA ji çekdaran re û paşguhkirina îradeya gelên Sûriyê, ew daxuyanî bê bandor hişt.
Di vê pêvajoyê de, li ser erdê, gelek guherînên bikok çêdibin. Paralelî biryara DYA ya xistina çeteyên Cebhet El Nusra lîsteya terorê de, serokê Itîlafê yê wê demê Mû’az Elxetîb li Mexribê di kongerya “Dostên Sûriyê” yê 12.12.2012’an de parastina çeteyên El Nusra dikir û biryara DYA red dikir! Li gorî rojnameya NewYork Times weşana 27.4.2013’an, Obama piştî ku Itîlafa Ixwanan weke nûnerê gelê Sûriyê nas kiribû, têgihîşt ku serweriya islama radîkal tê wateya Sûriyeke radîkal û tundrew. Ji lewra wezîrê karê derve Jon Kêrî şand Mosko û itîfaqa 7ê Gulana 2013’an bi hemtayê xwe Lavrov re imze kir. Lihevkirin jî ew bû ku naveroka danezana Cenvra 1 pratîze bikin û Cenevre 2 li dar bixin.
Her kes pêvajoyê nas dike û hewce nîne em dirêj bikin. Tişta pêwîst e bê zanîn ew e ku; navdewletîkirina qeyrana Sûriyê û paşguhkirina hêz û mekanîzmeyên çareseriya hundir, bi xwe re Cenevre 2 û 3 û gelek Astana, Sûtşî û civînên bêçare anîn. Li şûna aloziyê çareser bikin, kûrtir û tundtir kirin. Her civîn an lebateke çareseriya aloziya Sûriyê, çi li hundir û çi li derve bû, ji ber nebûna dînamîkên li ser erdê bê encam dima. Îro jî dema ku hegemonya komplowar mecbûrî hêza birêxistinkirî ya hundir dibe ku desteka çareseriyê jê dixwaze, tê wê maneyê ku tûrikê wan ê çareseriyê vala bûye û tiştek ji pencên wan nedihat der. Ji lewra jî fêm kirin ku bê vîna gelan ne çareserî û ne jî aşîtî pêkan in. Fena berê, bi itîfaqên bi faşîzm û netew dewlet re nikarin li derveyî îradeya gelan ti yapiyekê ava bikin. Berjewendî û kirîza hebûn û tinebûna ku jiyan dikin ew tûşî lihevkirina bi gelan re kirine. Nexwe ti hêzeke wan a çareseriyê nîne. Eger îro nûnerên gelan tên vexwendin, ji ber hêza wan e. Di heman demê de ji ber bêçareya hêzên hegemon e ku fena stûdirêjan paşiya wan rût maye.






