Li Başûrê Kurdistanê bûyerên kuştin û xwe kuştinan her ku diçe zêde dibe. Li gorî daneyên Desteya Serbixwe ya Mafê Mirovan di şeş mehên dawî de 180 kes yan xwe kuştine yan jî hatine kuştin.
Hema bêje di van rojên dawî de, li Başûrê Kurdistanê her roj kesek tê kuştin yan jî xwe dikuje. Rê li ber bûyeran nayê girtin. Hikûmet jî divê derbarê de alternatîfek nîşan nade. Li gorî rêjeya hatî bi dest xistin, di şeş mehên dawî de 180 kes hatine kuştin yan jî xwe kuştine.
Li gorî rêjeya Desteya Serbixwe ya Mafê Mirovan a li Herêma Kurdistanê ku me bi destxistiye, di nava 6 mehên îsal de, li Herêma Kurdistan 180 kes hatine kuştin yan jî xwe kuştine. Bêguman ev kuştin û xwekuştin ji herdu rêgezan pêktên. Ev rêje ji bilî kuştin û xwekuştinên terorîstane yên li herêmên bi nakokin.
Li gorî yasaya 111 a sala 1969’an a madeya 405 ku li ser gunehbarên kuştinan hatiye nivîsîn, cezayê wan kesan, muebet yan jî 20 sal cezaye. Li gorî madeya 406 ya ku ji bo kuştinên bi mebest tê kirin, cezayê wan kesan darvekirine yan jî muebed e.
Herwiha di yasayê de ceza ji bo wan kesên ku kesekê teşfîqê kuştinê bikin jî heye.
Ew jî li gorî madeya 408 a li Herêma Kurdistanê, dema kesek yê ser temenê 18 salî re teşfîqê xwekuştina kesekê din bike, ew kes herî kêm 7 sal tê girtin. Ger ew kes di bin temenê 18 salî de be û ew kuştin bi mebest be, cezayê darvekirinê tê dayîn, yan jî muebed dixwe.
Li gorî rêjeya Girtîgeha Çaksazî ya Gewran a Silêmaniyê, 243 girtî bi madeya 405 yan jî 406 bi taybet bi gunehbariya kuştinê di nava çaksazi Gewran de hene. Herwiha zêdetirî 129 girtî jî li gorî madeya 408 di girtîgehê dene.
Parêzer Sergul Qeredaxî li ser bûyerên kuştin û xwe kuştinan diyar kir ku rêjeya kuştinê zêde bûye, bi taybet ev rêje li Herêma Kurdistan zêde bûye. Qeredaxî di dewamê de got; “Zêdetir kesên ku tên dadgehê, ji ber sedemê hebûna qeyrana aborî, nebûna çareseriya kar a ji bo ciwanan û rêjeyek mezin jî ya kesên ku zanîngeh xilaskirine. Herwiha hebûna çekên bêruxset jî sedemek mezin yê vê yekê ye. Dema ku kesek bi kesekê re dikeve nava bûyerê, yekser çeka xwe bikartîne û bûyer rû dide. Divê li hember vê yekê ewlehî were girtin.”
Parêzer Qeredaxî diyar kir ku cezayê kuştinên bi mebest, li gorî yasayê darvekirine, lê Herêma Kurdistan ev ceza hatiye sekinandin. Qeredaxî diyar kir ku gelek kes li ber efûya giştî jî dikevin tên azad kirin, yan jî cezayê wan tê kêm kirin. Parêzer Qeredax daxwaz kir ku divê ji bo kesên cezayê darvekirinê û muebedê hatî dayîn yasaya efûkirinê derbaz nebe.
Pispora civakê Rojgar Hesen jî li ser çareseriya bûyerên kuştin û xwe kuştinê got; “Divê civak bê hişyar kirin daku bûyerên bi vî awayî rû nedin. Pêwîste kanalên ragihandinê yên rêzefilmên bûyerên bi vî awayî têde hene bên sansûr kirin. Lazime her malbatek ku zarokên wan înternetê bikartîne agahdar bin û hay ji zarokên xwe hebin. Înternet bi awayekî raste raste bandorek neyênî dike. Rojgar balkişand ser çekên bê ruxset jî û got, “pêwîste bikaranîna çekên bê ruxset were sînordar kirin.”…ROJNEWS






