“Jİ NÊZ VE”
Ednan Mustafa
Di 23yê Cotmeha sala 2019an de, di navbera dagîrkeriya Tirkan û Rûsya de peymana agirbestê hat imzekirin. Armanc ji vê peymanê ew bû ku dagîrkeriya Tirkan êrîşên xwe yên li ser bakur û rojhilatê Sûrî bide sekinadin. Lê digel agirbesta heyî û peymana 23ê Cotmehê, dagîrkeriya Tirkan bê ku zagonên navneteweyî, urfên mirovayiyê û peymanê nas bike, her roj êrîşên xwe li ser gund û bajarokên bakur û rojhilatê Sûrî didomîne. Gelo armanca Faşîzma AKP’ê ji êrîşên dawî li ser Şehaba, Minbic, Til Temir û Zigran çi ye? Herwiha bê erêkirina Rûsya dagîrkeriya Tirkan dikarê êrîşên xwe berdewam bike? Di demekê de ku êriş pêk tên armanca Rûsya çi ye ku şandeyeke ji MSD’ê bi serokatiyê İlham Ehmed vexwendiye Moskovayê?
Dagîrkeriya Tirkiyê di meha Tebaxa borî de, êrîşên xwe yên hovane li ser sivîl û cih û warên bakur û rojhilatê Sûrî berdewam kirin. Bê ku zagonên navneteweyî nas bike û hesabê ji ti hêzan re bike, sûcên şer pêk anîn. Li hemberî van sûcên şer yên dagîrkeriya Tirkiyê dike, di serî de Rûsya, gelek hêzên navneteweyî çavên xwe ji sûcên Tirkiyê re digrin.
Piştî heft salan ji mûdexeleya Rûsya ya Sûrî, li cihê ku Rûsya riya çareseriyê ji bo pirsgirêka Sûrî xêz bike, berûvajî vê yekê Rûsya bû beşek ji pirsgirêka Sûrî. Sedema sereke ew e ku Rûsya her daîm riyên çareseriya kirîza Sûrî li derve geriya û bi riya têkiliyên xwe bi Tirkiyê re xwest pirsgirêka Sûrî çarser bike. Weke çawa bi dizê malê dixweze malê biparêze. Rûsya jî bi Tirkiya ku bûye sedema aloziya Sûrî û bi rêjima ku bûye piştgir ji komên çete û tundrew re dixwest aramiyê li seranserî Sûrî bide avakirin.
Di heman çarçoveyê de, li cihê ku Rûsya weke hêzeke garantor ya çaseriyê xwe bide nîşandan, çavê xwe ji sûc û êrîşên dagîrkeriya tirkî re digire. Li aliyê din Hêzên Sûriya Demokratîk-HSDê bi ‘zêdegaviyên’ li dijî Tirkiyê sûcdar dike. Ango bi awayekî eşkere Rûsya daxweziya sekinadina çalakiyên rewa yên li dijî êrîşên dagîrkeya tirkî dike û bê ku fedî bike dibêje çalakiyan rawestînin. Ev daxwaziya sosret ya Rûsya ji hêzên HSD’ê, di demekê de dibe ku Kurd li ber qirkirinê ne. Ji ber wê zehemt e ku ev siyaseta Rûsya were femkirin û qebulkirin. Xeta parastina rewa ya ku HSD dide meşandin, ti carî ne di pozisyona êrîşan de ye. Her gava ku êrîş çêbûne, HSD’ê bersiva wan êrîşan daye. Ji ber vê yekê li cihê ku rayedar û fermandarên Rûs daxweziyeke wiha ji HSD’ê bikin, bila daxwaziya vekişîna dagîrkeriyê ji erdnîgariya tewanên dij mirovayiyê bi destê çeteyan û Tirkiyê tê kirin bike.
Di rewşeke wiha de ku zexteke wiha tê kirin, vexwendina Şandeya MSD’ê ji bo Moskova cihê matmayînê ye. Meqseda Rûsya bi pêngaveke wiha çi ye? Wisa diyar e li pêşberî Rûsya krîzeke mezin heye bi Tirkiyê re. Rûsya ji bo dagîrkeriya tirkî bîne ber lingê xwe, careke din li ser pişta Kurdan siyasetê dike. Ji aliyekî ve zexteke piratîk li ser HSD’ê dike û ji aliyê din ve MSD’ê vedixwîne hevdîtinan. Armanca Rûsya diyar e; Rûs bi vê siyasetê dixwezin tewîzên zêde ji Tirkiye bigirin û berî gavekê dosya HTŞê ya li İdilbê çareser bikin. Di heman demê de, Tirkiyê careke din bikişîne zemînê civîna Astana û bi riya van civînan bajarê Derha Beled careke din vala bike.
Di heman mijarê de, ji bo Rêveberiya Xweser, hewayeke erênî bide avakirin ku va ye, em li rex we ne û piştgiriya we dikin. Di çarçoveya polîtîkaya Rûsya ya berê de jî, ku Rêveberiya Xweser ev demeke li ser kar dike. Careke din rewşeke aram bide avakirin ku hevdîtin di navbera Rêveberiya Şamê û Rêveberiya Xweser de werin destpêkirin.
Rûsya bi siyaseta xwe ya dualî, hem sûdê ji hêza Rêveberiya Xweser digire û dagîrkeriya tirkî tengav dike û hem jî dixweze bi riya faşîzma tirkî bakur û rojhilatê sûrî çokê dayne. Lê rastiya Sûrî û bakur û Rojhilatê Sûrî îro jiyan dike û asta ku Rêveberiya Xweser gihîştiyê ne pêkan e ku bi polîtkeyeke wiha erzan were xapandin.






