Saturday, July 25, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Em ê xeyalên Şêx Seîd pêk bînin

02/07/2018
in Uncategorized
A A
Em ê xeyalên Şêx Seîd pêk bînin
Share on FacebookShare on Twitter

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê, Şêx Seîd û 49 hevalên wî yên 93 sal beriya niha li Amedê ji aliyê dewleta Tirk ve hatin îdamkirin bi bîr anî û diyar kir ku wê xewn û xeyalên wan bi cih bînin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê, Şêx Seîd û 49 hevalên wî yên 93 sal beriya niha li Amedê ji aliyê dewleta Tirk ve hatin îdamkirin bi bîr anî û diyar kir ku wê xewn û xeyalên wan bi cih bînin.Di daxuyaniya KCK’ê de ji bo Zîlan ku 30’ê Hezîrana 1996’an li Dersimê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiya fedayî kir, wiha hate gotin: “Di salvegera îsal a şehadeta wê de ku dijmin bi çavsorî êrîş dike, ji bo mirov bibin xwedî pratîka serketî, gelekî girîng e ku jiyan û felsefeya têkoşînê ya Şehîd Zîlan fêhm bikin. Felsefeya jiyan û têkoşînê ya Şehîd Zîlan wê teqez me bi ser bixîne û bigihîne Kurdistana Azad, Rêberê Azad.”
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê got, “Kurdistana Azad xewn û xeyala Şêx Seîd û hevalên wî bû. Em soza xwe dubare dikin ku em ê xewn û xeyalên wan pêk bînin.”
Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê wiha ye:
“Di salvegera 93’an a darvekirinê de em Şêx Seîd û 49 hevalên wî bi minetdarî û rêzdarî bi bîr tînin. Em soza xwe dubare dikin, em ê Kurdistanê azad bikin ku xewn û xeyala wan bû. Em hevrê Zîlan jî bi minetdarî û rêzdarî bi bîr tînin ku 30’ê Hezîrana 1996’an çalakiya fedayî kir û bi vî rengî pîvana fedayîtiyê ya têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê û dilsoziya bi nirxan bilind kir. Em ê di xeta wê ya fedayî û dilsoziya bi Rêber Apo re têkoşînê geş bikin û careke din destnîşan dikin ku em ê Kurdistana Azad, Tirkiyeya Demokratîk û Rojhilata Navîn a demokratîk biafirînin.
Darvekirina Şêx Seîd û hevalên wî li Sûrê, ji bo berxwedêrên xwerêveberiyê yên zivistana 201-2015’an bû nirxê herî mezin ê moralê. Şehîd Çiyager û hevrêyên wî, di her kêliya berxwedanê de anîn bîra xwe ku Şêx Seîd û hevalên wî li sêgarê jî Kurdistana Azad anîn ziman. Heta nefesa dawî bi hesreta wan a ji bo Kurdistana Azad li ber xwe dan. Fermandarê mezin Çiyager bi vê hesretê got, ‘encama vê têkoşînê wê bêhempa be’ û di nefesa xwe ya dawî de ji bo Kurdistana Azad mizgînî da.
Şêx Seîd û hevalên wî, li dijî polîtîkayên mêtinger qirker bûn wijdan, exlaq, hesret û temsîla Kurdan. Eger ew wê wextê li ber mêtingeriya qirker ranebûna, ew berdêl nedabûna, wê têkoşîna azadî û demokrasiyê derneketibûya holê. Kêmasiyên xwe yên rêxistinî û rêbertî çi dibe bila bibe, ji aliyê dîrokî ve xwedî roleke bi vî rengî ya mezin bûn. Hezar carî heq kirine ku bibin pêşiyên bi rûmet ên Kurdan. Şêx Seîd, Îhsan Nûrî Paşa û Pîr Seyîd Riza, weke pêşiyên bi rûmet ên Kurdan nîşan dan ku divê helwesta Kurdan çawa be. Gelê Kurd gelekî deyndarê wan e. Zarokên wan jî wê bibin xwedî sekna wan a bi rûmet û xewn û xeyalên wan teqez pêk bînin.
‘ŞEHÎD ZÎLAN DI DEMÊN ZEHMET DE BÛYE RÊBEREK’
Hevrê Şehîd Zeynep Kinaci jî nîşan da ku di dema herî zehmet de divê helwesteke çawa bê nîşandan û mîna berxwedêrên 14’ê Tîrmehê, rêbaza şoreşa Kurdistanê raxist pêş çavên gel û hevrêyên xwe. Lewma divê Şehîd Zîlan weke rêbera demên herî zehmet bê dîtin û rêbaza wê ya têkoşînê li her qadê bi cih were anÎn.
Şehîd Zîlan, weke sembola dilsoziya bi Rêbertî û pêngava demên herî zehmet, yek ji nirxên bingehîn ên têkoşîna me ye. Hevrê Zîlan felsefeya jiyan û têkoşînê ya Rêber Apo herî baş watedar kir û li ser vê bingehê pratîkeke serketî nîşan da. Di salvegera îsal a şehadeta wê de ku dijmin bi çavsorî êrîş dike, ji bo mirov bibin xwedî pratîka serketî, gelekî girîng e ku jiyan û felsefeya têkoşînê ya Şehîd Zîlan fêhm bikin. Felsefeya jiyan û têkoşînê ya Şehîd Zîlan wê teqez me bi ser bixîne û bigihîne Kurdistana Azad, Rêberê Azad.
Em bang li hemû hevrê, şervan û gelê xwe dikin ku li ser xeta têkoşînê, hesret û hestên Şêx Seîd, 49 hevalên wî yên şehîd û Şehîd Zîlan têkoşînê geş bikin, Kurdistanê azad bikin û Tirkiye û Rojhilata Navîn demokratîk bikin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.